Meşa bi Şoreşa Jinê re: Şoreşê jinên ji pola ava kir

Yek ji jinên şoreşê ku dibêje “Gava yekemîn pir zehmet bû lê belê şoreşê jinên ji pola ava kir” Bêrîvan Yûnis qala yekemîn gavên xwe yê di nav şoreşê de û pêşengiya jinan a ji bo şoreşê kir.

SORGUL ŞÊXO

Qamişlo – Gelek jin ji bo şoreşa li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya 19 Tirmeha 2011’an pêl da ku weke Şoreşa Jinê jî tê nasîn, ked dan, berdel dan û di refên herî pêş ê şoreşê de cih girtin. Yek ji jinên şoreşê ku dibêje “Gava yekemîn pir zehmet bû lê belê şoreşê jinên ji pola ava kir”  Bêrîvan Yûnis qala yekemîn gavên xwe yê di nav şoreşê de û pêşengiya jinan a ji bo şoreşê kir.

Bêrîvan Yûnis a 32 salî ji navçeya Amûdê ya Kantona Qamişlo ya Herêma Cizîrê ye, bi destpêkirina şoreşê re yekem cihê ku xwe lê dît û nas kir Saziya Zimanê Kurdî (SZK) ê ye. Paşê dibe şaredar. Her wiha di beşa rêxistinî ya desteya şaredariyan de, hevseroka turîzm û şûnwaran girtiye, niha jî endama Navenda Lêkolînan a Jineolojiyê, rojnamevan û pêşkêşvana JIN TV, endama Meclisa Zagonsaz a Herêma Cizîrê û Endama Meclisa Giştî ya Kongra Star de cihê xwe digre.

Naskirina fikrên Rêberê Gelê Kurd

Bêrîvan Yûnis bi destpêka axaftina xwe de behsa qîmetdayina jinan di civakê de kir û wiha got: "Beriya şoreşê, qîmetdayîn û watedayîna jinan wekî niha nebû. Bêguman manedayina jinan ji vê çavkaniyê tê ku dema xwedî berhem be. Ji zaroktiya di nava malbatê de, min pêşketina herî mezin nas dikir û didît tenê di warê xwendinê de bû. Di warê eşîrtiyê de têkiliyên civakî û danûstandin li pêş bû. Lê wekî keçeke nûhatî berî şoreşê û piştî şoreşê ez ferqekî pir mezin dibînim. Ez vê vekirî bibêjim, ne ji fikrên azadî û netewa demokratîk a ku Rêber Abdullah Ocalan bûya, wê ev ne asta me bûya. Bêguman, bandora ol û urf û adetên civakî li ser malbatan hebû. Me jiyana jineke klasîk nepejirand, min xwe di wê jiyanê de nedît û layiqî kesayeta xwe nedît. Min ev qedera ku hemû jinan pejirandibû, qebûl nekir ku ez wekî jinekê piştî xwendinê bizewicim, zarokan bînim û jiyana xwe wiha bidomînim."

Lêgerîna li rastiyê ji 'Reşîdê Kurd' dest pê kir…

Bêrîvan Yûnis a piştî destpêkirina banga azadiyê bi şoreşê re dimeşe wiha pêl dide gotinên xwe: "Di xeyalên min de her tiştekî mezintir hebû, lê min nedizanî ku di roja îro de ez ê jineke wiha bim an jî kesayeta min bi vî awayî be. Ji ber kirîza li Sûriyeyê derket û nezanîna ku wê li herêmên kurdan çi biqawime projeya xwendina zanîngehê rawestiya. Ji baweriya min ku şoreşa me şoreşa ziman e, wekî gava destpêkê û ya bingehîn û sereke min di Saziya Zimanê Kurdî ya Reşîdê Kurd de dest pê kir. Lê ya herî bi wate û hestên bextewariyê bi min re ava dikir, bi rengê malbatî em beşdarî saziya ziman bûn û me mamostetî ji endamên nû re dikir. Bi vê gavê pêvajoyeke nû di cîhana min de dest pê kir. Dikim nakim gotin û ziman têra şanaziya wan rojan nakin. Em nû ketin ferqê ku em çiqas ji cîhana xwe ya rast a ku hatibû veşartin û zimanê me yê hatibû qedexekirin, dûr bûn."

'Ji êşên şoreşê avakirina jinên xwebûn û ji vîna pola'

Bêrîvan Yûnis da zanîn ku ew êdî ketin ferqa ku jinek zana û têgihîştî û jineke ji aliyê hişmendiya mêr ve tê birêvebirin û wiha ev tişt anî ziman: "Bi gotina ku na ez vê nakim, ez ê wekî ku rast dibînim bikim, bi vê hevokê di hundirê min de gelek tovên nû şîn hatin. Cudabûneke wê ya pir mezin heye êdî jin çi dixwest pê re mezin dibû. Di şoreşê de tu bibî xwediya xwe, xwebûna xwe temsîl bikî û êdî tu ya baş ji xwe re wekî jin hilbijêrî tiştekî pîroz e. Xwebûna me û bi gotina ku na ez vê nakim, ez vê dixwazim û ez ê bikim, gelek perdeyên tirsê di jiyana min de qetandin, qeyd û bendên ji me re dibûn kelem hatin şikandin. Gava yekemîn pir zehmet bû lê belê şoreşê jinên ji pola ava kir. Jinên ji wan bawer ku bêguman û teqez wê meşa ber bi azadiyê ve berdewam bikin heya ku serkeftinê tacîdar bikin, hatin avakirin. Di civakê de êdî me got çawa hûn hene, em jî hene."

Ji ber nebûna çapemeniya jinan û rêxistinên wan gelek rewş nedihatin zanîn’  

Bêrîvan Yûnis bal kişand ser civaka ji aqilê jinan re sînor diyar kirine û wiha domand: "Jina ji aqilê wê re sînor û nexşeriyek diyar kiribûn, niha bi hişmendiyeke rast civakê dide fêmkirin ku ew jî hebûnek e, gerdûnek e û dikare gelek karan bike. Rewşên hevberdanê yên ku niha çêdibin, berê hebûn lê belê saziyên çapemeniya jinan tunebûn ku van bûyeran nîşan bidin û rêxistinên jinan nebûn daxwaza mafên wan jinan bikin. Bîlançoya wê demê ji deh qatên îro zêdetir bû, hemû sûcdar bav, bira û hevjîn bûn. Jin wekî namûsa xwe û malbatê didîtin, ji lewre ji qêrîna jinan ditirsiyan û her dengê wê dibiriyan. Prensîbên jinan û zagonên ku hatin sazkirin armanc jê parastina jinan û sînordarkirina tundiya li dijî wan û bûyîna hêza çareseriyê ye. Ji bo ku her kes bizanibe tundî ne tiştekî ji rêzê ye."

‘Jinên Kurd pêşengên şoreşê ne’

Bêrîvan Yûnis da xuyakirin ku bi şoreşê re nijadperestî, netewperestî û olperestî ji holê hatiye rakirin û wiha bilêv kir: "Şoreşa me şoreşa guherîn û veguherînê ye. Têkiliyên civakî xurtir bûn, olperestî û netewperestiya ku rejîmê dida çêkirin ji holê hat rakirin. Me êdî fêm kir ku jin jin e û êşa jinekê êşa min e. Destpêkê me bi pêlên şoreşê re keştiya xwe wekî jinên Kurd bir ser deryayê lê paşê hemû jin ji hemû netew û mezheban xwe di nava şoreşê de birêxistin kirin. Şoreşa keziyan an jî şoreşa "Jin Jiyan Azadî" a Rojhilatê Kurdistan û Îranê hêza xwe ji şoreşa jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê girt. Bi destpêkirina şoreşa Rojava re êdî jinên Rojhilata Navîn û cîhanê hatin cem hev û xwe di bin sîwana gelek rêxistinan de deng, nêrîn û helwesta xwe kirin yek. Dirûşma şoreşa me "Jin Jiyan Azadî" îro gerdûnî dibe û ev bi keda hezaran jinan pêk hat. Hemû konferans, komxebat û meşên li ser asta cîhanî û Kurdistanî tên organîzekirin jinên Kurd pêşengiya wan dikin, ji ber ku wan berî hemû jinên netewên din dîroka xwe nas kirin. Hêza rêvebirin û pêşengiyê keşif kirin û dikaribûn desthilatdariyê birûxînin, bibin hêza çareseriyê û bibêjin ku civak dikare bê dewlet bijî."

'Rêxistinkirina jinan li ser asta cîhanî û gerdûnî feraseta azadiya rast a jinan e'

Bêrîvan Yûnis anî ziman ku projeya wan projeyeke cîhanî ye û hemû jinan digre nava xwe û wiha domand: "Proje û têkoşîna me gerdûnî ye, azadiya jinan ji azadiya civakê ye û wekheviya jin û mêr hevjiyana azad pêk tîne. Her çiqasî wekî têgîn were gotin di pratîk û rêxistinên jinan de ev xwe dide der. Jin netew e, di pergala me de ferq di navbera jinên reş û spî de tune ye, jinên misliman wekî jinên xirîstiyan e. Armanca me bingehgirtina nasnameya jinbûyînê ye. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jin li gorî lêvegera xwe ya siyasî xwe birêxistin dikin. Sîstema hevserokatiyê û partiyên ku jin pêşengiyê ji wan re dikin, ji hundirê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derket. Rêxistinkirina jinan li ser asta cîhanî û gerdûnî feraseta azadiya rast a jinan banga wê dike, derdixe holê. Xwedîderketina li jinan û parastina wê ji êrîşan li her derê belav bûye."

'Armanc azadî û rûniştandina sîstemeke demokratîk e'

Bêrîvan Yûnis bi vê gotinê dawî li axaftina xwe anî: "Em vê armanc dikin ku wekî jin cihê me jî di biryargirtinê de hebe. Mînak em vê dixwazin ku di destûra bingehîn a Sûriyeyê de kotayek jinan hebe û di wir de xwe wekî hebûneke vê gerdûnê, bi biryar mafên xwe misoger bike. Di gelek zagon û hevpeymanên navneteweyî de mafên jinan heye lê xwedîderketin tune ye. Rakirina peymana Stenbolê jî mînaka vê ye, dema ku jin xwedî lê derket dewleta tirk ew maf û zagonan binpê kir. Têkçûyîna xwe di naskirina jinan de ji xwe re dibînin. Zagon û prensîbên jin îro bi feraseta jinên azad ku wekheviya di navbera xwe û mêr de bawer dike ye.

Bi prensîb û zagonan em hewl didin rêxistina jin xurtir bikin, yekitiyeke hevgirtî ava bikin û ji hemû cureyên êrîşan re bibin bersiv. Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê niha tecrubeyên xwe bi jinên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê, Tûnis û Afganistanê re parve dike. Hişmendiya sazî û dezgehên çapemeniyê ya navneteweyî jî roleke wê di vî alî de heye ku nexwestine şoreşa me bi rengekî erênî ji cîhanê re bidin nîşandan. Ger jin binasin têkoşîna îro ji mîrateya berê ye, wê deh qatan jin birêxistin bibin heya ku azadiyê bi dest bixin û sîstemeke demokratîk bidin rûniştandin."