Meşa beriya mitinga Colemergê sibê dest pê dike

Li Colemêrgê dijî tayînkirina qeyûm dê mitîng bê lidarxistin. Beriya mitîngê bi 3 rojan dê meş bên lidarxistin. Starta meşê sibê ji Şemzînan dest pê dike.

Colemêrg  Li Colemêrgê wê li dijî tayînkirin ango darbeya qeyûm di 13’ê hezîranê de mitînga bi dirûşma “Şaredarî yên gel in, em ê destûrê nedin desteserkirinê” bê lidarxistin. Beriya mitîngê dê meş bê lidarxistin. Starta meşê sibê ji navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê tê dayîn. Hevserokên Giştî yên DBP’ê, parlamenterên DEM Partiyê û gelek kes tev li meşê bibin û sibê saet li 13.00’an dê dest pê bike. Meş wê bi dirûşma “Em ji bo demokrasiyê dimeşin Colemêrgê” pêk were û dê meş li navçe, bajarok û gundên Colemêrgê bên kirin. 

Milê meşê yê Şemzînanê wê sibê ji navenda navçeyê û gundan dest pê bike û di 11’ê hezîranê de jî wê li Geverê û gundên wê be. Di 12’ê hezîranê de jî wê milê meşê yê navçeya Çelê û gundên dest pê bike. Piştî re jî wê milên meşan li Colemêrgê bigihîjin hev û tev li mitîngê bibin. 

Miting di 13’ê Hezîranê de ye

Mitîng dê di 13’ê hezîranê de li ber Mizgefta Gewre ya Colemêrgê bi beşdariya hevserok, nûner û rêveberên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Partiya Herêmên Demorkatîk (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA), DEM Partî, Tifaqa Ked û Azadiyê, pêkhateyên DEM Partî û rêxistinên civakî yên sivîl pêk were.