Meşa beriya mitinga Colemergê sibê dest pê dike
Li Colemêrgê dijî tayînkirina qeyûm dê mitîng bê lidarxistin. Beriya mitîngê bi 3 rojan dê meş bên lidarxistin. Starta meşê sibê ji Şemzînan dest pê dike.
Colemêrg – Li Colemêrgê wê li dijî tayînkirin ango darbeya qeyûm di 13’ê hezîranê de mitînga bi dirûşma “Şaredarî yên gel in, em ê destûrê nedin desteserkirinê” bê lidarxistin. Beriya mitîngê dê meş bê lidarxistin. Starta meşê sibê ji navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê tê dayîn. Hevserokên Giştî yên DBP’ê, parlamenterên DEM Partiyê û gelek kes tev li meşê bibin û sibê saet li 13.00’an dê dest pê bike. Meş wê bi dirûşma “Em ji bo demokrasiyê dimeşin Colemêrgê” pêk were û dê meş li navçe, bajarok û gundên Colemêrgê bên kirin.
Milê meşê yê Şemzînanê wê sibê ji navenda navçeyê û gundan dest pê bike û di 11’ê hezîranê de jî wê li Geverê û gundên wê be. Di 12’ê hezîranê de jî wê milê meşê yê navçeya Çelê û gundên dest pê bike. Piştî re jî wê milên meşan li Colemêrgê bigihîjin hev û tev li mitîngê bibin.
Miting di 13’ê Hezîranê de ye
Mitîng dê di 13’ê hezîranê de li ber Mizgefta Gewre ya Colemêrgê bi beşdariya hevserok, nûner û rêveberên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Partiya Herêmên Demorkatîk (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA), DEM Partî, Tifaqa Ked û Azadiyê, pêkhateyên DEM Partî û rêxistinên civakî yên sivîl pêk were.