‘Meşa Azadiyê wê bibe destpêka pêvajoyeke nû’

Parlamentera Sêrtê ya Dem Partiyê Sabahat Erdogan ku beşdarî Meşa Mezin a Azadiyê ya di salvegera komploya navneteweyî de hatibû destpêkirin bû, got: “Wê meşa Azadiyê bibe destpêka pêvajoyeke nû.”

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed- ‘Meşa Mezin a Azadiyê’ ku bi daxwaza azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka Kurd hatibû destpêkirin bi dawî bû. Meşa ku ji du baskên Wan û Qersê dest pê kir, piştî bi hezaran kîlometre û bi hezaran gavên ku ji bo azadiyê hatin avêtin roja 15’ê Sibatê li Amarayê bi dawî bû. Meşa ku bi dehan kes beşdar bûn bi rojan di gelek bajarok û gundên Kurdistanê de derbas bûn.

Ji goreyên hûnandî heta pêlîstokên zarokekê…

Silavdana ku bi gotina ‘serkeftin a me ye’ dest pê kir û bi dirûşm û tilîliyan berdewam kir, 15 rojan domiya. Li her cihê ku diçûnê şande bi coşeke mezin û hezkirin hatin pêşwazîkirin û bi heman awayî hatin oxirkirin. Kurdistanê, bû şahidê gelê ku bi salan e li benda vê hevdîtinê ye. Ji stranên ku dihatin gotin, goreyên ku dayikan hûnandibûn an jî pêlîstokên ku zarokan anîbûn ji bo bişînin Îmraliyê ev meş, xwedî wateyek din bû coşek mezintir çêkir.

Dayikan pêşengiya meşê kir!

Bi hezaran kîlometre, bi dehan bajar û gera bi rojan a navçe bi navçe berdewam dike… Di vê pêvajoyê de di serê beşên ku heyetan pêşwazî dikirin jin, zarok û ciwan hebûn. Tevî hemû zext û biryarên qedexekirinê, heyeta ku gav diavêt xakê ji aliyê gelê Kurd ve bi qerebalixiyek mezin dihat pêşwazîkirin. Meşvanên ku di 13’ê Sibatê de li Amedê gihîştin hev, li vê derê tevî dorpêça ku hatibû danîn jî û biryara qedexekirinê, li çar aliyên bajar meşiyan. Meşa ku bi sedan meşvan beşdar bûn bi firandina kevokan bi dawî bû. Dayikên laçik spî pêşengiyê ji meşa li bajêr kirin. Gelê Kurd, bi daxwaza çareserî û aştiyê li qadan qîriya. Yek ji kesên ku di baskê meşê de cihê xwe girtibû, parlamentera Sêrtê ya DEM Partiyê Sabahat Erdogan Saritaş bû. Sabahat Erdogan Saritaş çavdêriyên xwe yên di meşê de û xebatên ku wê ji niha şûnde bikin nirxand.

‘Me ew îrade û soz bir her derê’

Sabahat Erdogan Saritaş da zanîn ku gel eleqeyek mezin nîşanî meşê daye û wiha got: “Ji roja me dest pê kiriye ve heta niha tevî şert û mercên hewayê û dorpêçê, em bûn şahidên coşa gel. Gel tevî her tiştî li pişt deriyan û pencereyan em silav kirin. Ji bo dengê xwe bidin bihîstin her tişt kirin. Coşa wan motîvasyona wisa mezin bû ew qas rê bimeşin. Gelê Kurd ev bi salan e li her qadê dibêje aştî, azadî û wekhevî lê belê li hemberî vê her dem bersiva şer girt. Li her bajarê ku em jê derbas dibûn tevî dorpêça hêzên dewletê û tirsa ku dixwestin belav bikin, gel daket qadan nîşaneya aştiyê kir. Ew tiliyên ku hatin rakirin û her tilîliya ku bilind dibû û dirûşmê me li gel xwe dibir cihên ku em diçûnê. Em îradeya wan in û em gotinên wan dibêjin. Îro daxwaza gel rakirina tecrîdê ye. Em jî wê her gotina vê li qadan berdewam bikin. Wê ev meş û ev daxwaz teqez bigihîje serkeftinê.”

‘Ev meş wê bibe destpêka pêvajoyek nû’

Sabahat Erdogan Saritaş da zanîn ku xebatên wan bi meşê bi dawî nebûne û wê li her qadê berdewam bikin û wiha domand: “Em weke têkoşerên vê dozê dixwazin vê têkoşînê heta dawiyê bibin û tecrîda Îmraliyê ziyanek çawa dide gel nîşan bidin. Qeyrana ku vê pêvajoyê bi xwe re aniye li kolan û qada ku em çûnê me anîn ziman. Mafê herî bingehîn ê demokratîk ê vî gelî ew e ku bi zimanê xwe û çanda xwe bijî. Em ji ji bo van mafan dimeşin. Pêvajoyên nû yên her demê hene. Wê ev meş jî bibe destpêka pêvajoyek nû.”

‘Werin em vê meşê mezin bikin’

Sabahat Erdogan Saritaş bang kir ku divê hemû beşên ku daxwaza aştî û azadiyê dikin di warê mezinkirina vê meşê de gav bavêjin û wiha got: “Desthilatdariya heyî ku civakê aniye xala dawî, êdî hatiye halê ku nayê jiyîn. Tecrîd îro belavî hemû qadên jiyanê bûye. Heta ku civak bêdengiya xwe bidomîne dê pêvajo bandora nebaş bike. Îro li qadan em mînaka herî eşkere dibînin. Ên ku îro aştî û demokrasiyê dixwazin, hemû beşên ku dixwazin qetliamên jinan rawestin û civak azad bibe divê li dijî vê tecrîdê dengê xwe derbixin. Divê kes li hemberî vê bêdeng nebe. Li her cihê ku em çûnê me ev anî ziman û em ji bo aştiyê qîriyan. Paradîgmaya ku birêz Ocalan ava kir, wisa ye ku hemû gel tê de dikarin bijîn. Divê hemû kes guh bidin vê yekê. Hemû kesên ku aştiyê dixwazin divê deng bidin vê meşa me û mezin bikin. Ev meşa me ne dawî ye, bû destpêkek. Em ê jî bi motîvasyonek mezintir xebatên xwe berdewam bikin.”