Merziye Mehmoudî daxwaza lêborînê ji nûnera Îranê red kir
Rojnameger Merziye Mehmoudî jî di nav de 11 kesên ku bertek nîşanî nûnerê Komara Îslamî ya Îranê ya li Meclîsê Hamîd Rasayî ku daxuyaniyên heqaretê li jinan dabû, li dadgehê îfade dan. Merziye Mehmoudî li dadgehê daxwaza lêborînê red kir.
Navenda Nûçeyan – Li ser gilîkirina nûnerê parlamentoya Îranê Hemîd Resaî li dijî wî û 12 welatiyên din, îro rojnamevan Merziye Mehmûdî bo îfadedayînê hat vexwendin. Merziye Mehmûdî ku rûniştina wê hat dîtin, ragihand ku ew ê ji Hemîd Rasayî yê ku gotinên heqaret li jinan kiriye lêborînê nexwaze. Rojnameger niha li benda biryara dadgehê ye.
Merziye Mahmoudî têkildarî rûniştina dozê ev tişt parve kir: “Hemîd Rasayî ji ber weşandina vê twîtê doz li min vekir. Ez û herî kêm 12 kesên din gilî dikin. Li dadgehê ji min hat xwestin ku lêborînê bixwazim. Sedema lêborînê tune ye. Ez li benda biryara dadgehê me."
Çi qewimî?
Hemîd Resaî nûnerê Komara Îslamî ya Îranê li Meclisê, di dema serhildana gel de destdirêjiya seksî li jinan kir û derbarê jinên xwepêşander de got: “Ew dixwazin her şev bi kesekî re razin û wek heywanan li dora xwe bigerin.” Ev gotinên Hemîd Resaî, Merziye Mahmoudî jî di nav de bû sedema berteka gelek kesan. Merziye Mahmoudî derbarê Hemîd Resaî de wiha gotibû, “Gotina kustah tenê têrê nake.”