Meryem Davudiyan li Bukanê hat girtin
Li Îranê pêla girtinê her diçe zêde dibe. Bi taybetî jî girtina jin, zarok û kesên dijberê rejîmê derdikevin fikaran zêde dike. Jina Kurd Meryem Davudiyan a ji Bukanê ye ji hêla rejîma Îranê ve hat girtin û wê birin girtîgeha Urmiyeyê.
Navenda Nûçeyan – Li gorî raporên hatine belavkirin, di 21’ê Nîsana 2026’an, de Meryem Dawudiyan a 58 salî ya nişteciha Bukanê ye piştî ku rayedarên dadwerî bangî wê dikin tê binçavkirin û wê dibin Urmiyeyê.
Li gorî agahiyên hatine belavkirin, gelek nexweşiyên kronîk ên Meryem Davudiyan hene, ev yek jî fikarên cidî li ser tenduristiya wê, şert û mercên girtina wê çêdike.
Li gorî agahiyan der heqê sûcê girtina wê de tu tiştek nehatiye gotin der barê rewşa doza wê de û li ku derê hatiye binçavkirin û ji bo tenduristiya wê de agahiyên zelal tunene.
Binçavkirina wê dide diyarkirin ku di mehên dawî de li herêmên cuda yên Îranê girtin zêde bûye. Ji raporan jî xuya dibe ku zêdetirî kesên hatine binçavkirin jin in. Di navbera wan de çalakvanên sivîl, mamoste, xwandekar û heta hemwelatî hene.