Meryem Cagli: Elewî piştgiriyê didin aştiyê û daxwaza wekheviyê dikin

Meryem Cagli li ser nîqaşên pêvajoya aştiyê û mafên Elewiyan nirxandin kir, destnîşan kir ku daxwazên wan ên ji bo azadiya bawerî û edaletê bi bingeha aştiyê re guncaw in, got ku pêwîst e raya giştî li ser bingeha lihevkirina civakî nêzî pêvajoyê bibe.

EKÎN STÊRK 

Amed – Her çendî nîqaşên li ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk li Kurdistan û Tirkiyeyê berdewam dikin jî gotinên nefretê û êrîşên li dijî Elewiyan di rojevê de ne. Meryem Cagli ya ji Yekîtiya Jinên Elewiyên Demokratîk (DAKB) bertek nîşanî îdiayên ku dibêjin Elewî ji pêvajoya aştiyê tên dûrxistin da û got: "Elewî di dilê vê aştiyê de ne" banga jiyana li ser bingeha wekhevî, azadiya baweriyê û lihevkirina civakî kir.

Her çiqas nîqaşên li ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk li Kurdistan û Tirkiyeyê berdewam dikin jî gotinên nefretê û êrîşên li dijî Elewiyan jî di rojevê de dimînin. Di demên dawî de, ji aliyê kes û komên cuda ve daxuyaniyên ku nasname û baweriyên Elewiyan hedef digrin hatin dayîn û saziyên Elewiyan tekez dikin ku ev êrîş aştiya civakî û îradeya jiyana bi hev re têk dibin.

Meryem Cagli ji Yekîtiya Jinên Elewiyên Demokratîk (DAKB) li ser êrîşên li dijî Elewiyan û helwesta wan a li ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk nirxandin kir.

‘Bawerî û nasnameya Elewiyan bi prensîbên aştiyê re li hev dikin’

Meryem Cagli di bersiva nirxandinên ku dibêjin daxwazên Elewiyan di nîqaşên aştiyê yên li Tirkiyeyê de tên paşguhkirin de, diyar kir ku Elewî alîgirên aştiya civakî ne. Cagli destnîşan kir ku daxwazên Elewiyan ji bo azadiya bawerî û nasnameyê, edalet û wekheviyê bi prensîbên bingehîn ên pêvajoya aştiyê re li hev dikin û got: "Bawerî û nasnameya Elewiyan pir girîng e. Di demên dawî de, em dibînin ku em di nava wan kesên ku herî zêde aştiyê dixwazin de ne. Em ne tenê ji bo xwe ji bo aştiya civakî jî dengê xwe derdixin. Îro ne tenê Elewî li Tirkiyeyê tên bindestkirin. Di demên dawî de nakokiyên mezin hene. Ew li ser komployek mezin dixebitin. Ev firsendperest bi taybetî di antî-propagandayê de ne. Ev yek me pir xemgîn dike. Em bi têkoşîna Kurdan, bi hewldanên têkoşîna Kurdan hene. Berê min nizanibû ku ez Elewî yan Kurd im. Em bi têkoşîna Kurdan re entegre bûn. Li Tirkiyeyê kaosek wisa heye."

Meryem Cagli diyar kir ku Elewî di tevahiya dîrokê de ji ber nasname û baweriyên xwe rastî zilmê hatine, lê tevî vê yekê jî ew alîgirên aştiyê ne û wiha got: "Her kes dixwaze ji xwe re parek bixwaze. Bi taybetî ew kesên ku li pey berjewendiyên şexsî ne, antî-propagandayê belav dikin û dibêjin, 'Elewî di tu aliyekî vê aştiyê de nîn in.' Berevajî vê, ez wisa nafikirim. Her tiştê ku Elewî dixwazin di vê aştiyê de cih digre. Em bi taybetî piştgiriyê didin vê aştiyê di peymana Birêz Ocalan de, ji ber ku hemû daxwazên wî em dişopînin."

‘Rexne li daxuyaniyên Altan Tan hatin kirin’

Meryem Cagli diyar kir ku Elewî û Kurd, hem ji ber hem nasnameya xwe hem jî baweriyên xwe rastî zilmê tên û destnîşan kir ku civaka Elewî ne wekî berê ye û rexne li daxuyaniya Altan Tan kir ku dibêje ‘Elewî ji pêvajoya aştiyê hatine dûrxistin’ û got: "Bi rastî jî behskirina navê Altan Tan mirov xemgîn dike. Ew bi xwe Kurd e. Ew dibêje, 'Elewîtî di vê aştiyê de tune ye.' Ez jê dipirsim: Ma ew jî beşek ji wê ye? Wî çiqas hewl daye? Ev tê vê wateyê ku Altan Tan dixwaze berjewendiyên xwe bi pêş bixe. Ew pir şerker in û baş dizanin ku xizmeta kê dikin. Wekî ku hûn dizanin û wekî ku her gav hatiye gotin, Elewî û Kurd bi du zilm û zordariyê re rû bi rû ne. Hem ji hêla nasnameyê ve hem ji hêla baweriyê ve. Ez jê vê dipirsim: Gelo Altan Tan dema ku Elewî li Sûriyeyê dihatin qirkirin, ji bo wan çi kir? Niha çi dixwaze? Hewldanek heye hewl didin hemû saziyên Elewiyan parçe bikin. Lê ew ê bi ser nekevin. Ji ber ku civateke Elewiyan a baş-armanckirî heye. Civateke ku xwe nas dike, dizane çi dixwaze û bi daxwazên xwe re yekgirtî ye. Ez bawer dikim ku ew ê vê carê bi ser nekevin."

‘Azadiya baweriyê û edalet daxwazên me yên bingehîn in’

Meryem Cagli, li ser tiştên ku Elewiyan ji pêvajoya aştiyê bi dest xistine jî axivî û tekez kir ku azadiya baweriyê û edalet daxwazên wan ên bingehîn in û wiha domand: "Ew der barê însiyatîfa aştiyê ya li Tirkiyeyê de dipirsin, 'Me çi bi dest xistiye?' Bi taybetî dibêjin, 'Elewî, Elewî, di vê pêvajoya aştiyê de nîn in.' Ez bi vî rengî lê dinêrim: Çi ne di nav de ye? Ger li ser baweriyê be, em baweriyê dixwazin. Ger li ser edaletê be, em edaletê dixwazin. Em her gav li dijî neheqiyê bi tundî sekinîne. Me qet şer nexwestiye, em qet alîgirên xwînrijandinê nebûne. Her tiştê ku îro li ser aştiyê tê gotin ji me re diaxive. Em dikarin çi bêhtir bixwazin? Em bi rastî bawer dikin ku em di dilê vê pêvajoya dawî de ne. Em bi taybetî dixwazin ku Tirkiye bibe komareke azad. Mebesta me bi komara azad çi ye? Divê her kes bikaribe xwe bi awayekî azad îfade bike. Divê her kes bikaribe bi zimanê xwe biaxive û baweriya xwe pêk bîne. Em bi van qedexeyan mezin bûn. Ji bo derbaskirina van qedexeyan em bûne yek. Ez bi eşkereyî vê pêvajoyê pir erênî dibînim. Ji bo Elewiyan dê bersivên pir baş hebin. Ew destûrek dixwazin ku ne tenê Elewiyan, hemû kêmnetewên li Tirkiyeyê dijîn; Ermenî, Laz, Çerkez, di nava xwe de bigre. Ji ber vê yekê, ez di vê mijarê de qet neyînî nîn im. Ez dibêjim tovê aştiyê hatiye çandin. Xwedîkirina wê li ser me ye. Ev erka me ye. Divê em xwedî lê derkevin."

Meryem Cagli, diyar kir ku Elewî destûrek dixwazin, ne tenê wan, hemû gelên li Tirkiyeyê dijîn jî di nav xwe de bigre û wiha pêl da gotinên xwe: "Werin em kulîlkên vê aştiyê rengîn bikin. Şert û mercên ku Elewî dixwazin, hemû di aştiyê de hene. Em vê tenê ji bo Elewîyek nabêjin. Em destûrek dixwazin ku hemû gelên Tirkiyeyê di nava xwe de bigre, guh bide her kesê."

‘Me komkujî û zilma rabirdûyê ji bîr nekiriye’

Meryem Cagli diyar kir ku komkujî û zilma ku di demên berê de li ser Elewiyan hatiye kirin nehatiye jibîrkirin, bal kişand ser tiştên ku li Mereş, Sêwas û Dêrsimê qewimîne û got: "Bêguman, me ev tişt ji bîr nekirine ji ber ku em bi salan rastî zilm û komkujiyê hatin. Li Mereşê, li ser deriyên malên Elewiyan xaç hatin xêzkirin, Elewî hatin paşguhkirin. Li Sêwasê, ji ber xwendina helbestan, çalakiyên çandî û danasîna pirtûkan, bi dehan kes bi zindî hatin şewitandin. Komkujiya Dêrsimê komkujiyeke pir mezin bû. Bi rastî, ne tenê li ser Elewiyan bû. Hewldanek hebû ku gelê Kurd li wir ji holê were rakirin. Em bi salan bêdeng bûn, me bi salan xwe bêçare dît lê em êdî ne bêçare ne. Civatek me ya bixwebawer heye. Civatek me ya xwedî hişmendî heye. Em ê ji bo vê aştiyê li hemû aliyan her tiştî bikin. Pêvajoya aştiyê hêdî hêdî dimeşe. Ev me têr nake lê divê em li vir îsrar bikin. Em dibînin ka li Rojhilata Navîn çi diqewime. Çareserî divê bi me re be; bi gelê Kurd re, bi gelê Elewî re."

Meryem Cagli diyar kir ku divê civak bikaribe xwe û baweriyên xwe bi awayekî azad îfade bike û destnîşan kir ku tirsa ji rabirdûyê, nemaze di nava nifşên kevintir de, hê jî berdewam dike û wiha domand: "Heke em ji bo vê yekê nexebitin, ne tenê Kurd û Elewiyên li Tirkiyeyê wê winda bikin, hemû Tirkiye wê winda bike. Berî her tiştî divê em bikaribin xwe bi rehetî bidin nasîn, bêyî ku xwe veşêrin. Ev tirs hê jî di nava me de heye, bi taybetî di nava kal û pîrên me de. Ez vê dawiyê çûm Dêrsimê. Dema ku em nêzî kal û pîrên Dêrsimê bûn, me got, 'Tu çawa yî xaltîkê?' Wan got, 'Ez baş im.' ez bi gotinên wan pir bandor bûm: 'Me gelek tişt jiyane, gelek tişt dîtine.' Wan tenê ev got û çûn. Ji tirsan, wan got, 'Ezîza min, ji bîr bike.' Ez pir bi bandor bûm. Çima kal û pîrên me yên 90 salî, nikarin kulîlkek aştiyê bibînin? Ev me pir diwestîne. Ji ber vê yekê divê em niha vê bidin gelê xwe."

‘Ger em azad bibin divê em bi hev re azad bin’

Meryem Cagli, nîgeraniya xwe ya li ser pêşveçûna hêdî ya pêvajoya aştiyê û her wiha nebûna hêviya xwe anî ziman û diyar kir ku divê Elewî bikaribin bi azadî baweriya xwe pêk bînin û gotinên xwe wiha bi dawî kir: "Werin em hemû bi hev re bimeşin da ku em bikaribin bi rehetî baweriya xwe pêk bînin, vegerin civînên xwe yên olî. Hê jî nîqaşên zindî li ser aştiyê hene lê ew têkoşîneke yekalî ye. Dewlet hêdî hêdî bi pêş dikeve ku ev yek bi rastî me aciz dike. Lê ez bêhêvî nîn im. Em ê berdewam bikin. Em ê her gav ji bo van tiştan hewl bidin. Ya ku ji bo me girîng e razîbûna gelê me, razîbûna civakê ye. Em ê ji bo vê yekê fedakariyan bikin. Em qet alîgirên şer nîn in. Em qet alîgirên xwînrijandinê nîn in. Em azadiya yekalî jî naxwazin. Ger ew bibêjin, 'Em ê li Tirkiyeyê tenê azadiyê bidin Elewiyan, hûn vê aştiyê qebûl dikin?', em ê vê jî qebûl nekin. Ger em ê li ser vê keştiyê binav bibin an jî azad bibin divê em bi hev re azad bin. Li Tirkiyeyê bes êş û zehmetî hatiye kişandin divê ev bi dawî bibe. Werin em bi razîbûna civakî entegre bibin. Bêyî razîbûna civakî tiştek nikare hebe. Baweriya me bi her awayî li ser razîbûnê ye. Ez dibêjim, werin em hemû soza dilsoziya xwe bidin hev. Werin em razîbûna hev bistînin. Werin em piştgiriyê bidin hev. Werin em nehêlin ku beşa sûdwer serdest bin."