“Merwanê min berxê mala Êzî bi rojî bû”
Dayika Hevserokê Desteya rêveber a Şengalê merwan Bedel Xoxê Cindî di bîranîna kurê xwe de axivî û got: “Merwanê min berxê mala Êzî bi rojî bû qurbanê bîr û baweriya xwe.”
Şengal - Endama Koordinasyona Tevgera Azadiya Jinên Êzdî (TAJÊ) û dayika Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Merwan Bedel Xoxê Cindî diyar kir ku kurê wê dema fermanê jî piştî fermanê jî bi malbata xwe ve li Şengalê maye û ji bo parastina axa xwe bê navber xebitiye.
Xoxê Cindî da zanîn ku wê kurê xwe bi delalî mezin kiriye û wiha domand: "Ev sê rojên me temama bû Merwan Şehît ketiye. Kurê min bi malbata xwe ve di fermanê de û piştî fermanê jî her li Şengalê ma. Bavê Merwan di şerê Îran û Iraqê de şehit ket, min wan mezin kir. Îro roja xêra merwanê min e. Min lawê xwe bi delalî mezin kir."
Xoxê Cindî li ser politikayên sîxoriyê jî wiha got: "Ez dengê xwe digihînim tevahî mirovahiyê, tevahî kesên dibêji em mafê mirovan diparêzin ez denge xwe digehînim tevahî kesayetên xwedî wijdan û ehlaq, ez xwediyê xwe û vî kurî bûm. Ew bavê çar zarokan bû her çar zarokên xwe xist seyarê û pêre çu ji bo ji zarokên xwe re tiştên cejnê bikire. Lê mirovên bê wijdan û hevalabendên dijminê xwe merwan kirin hedef û kûrê min bi xayînî şehît xistin. Ka mafê mirovan ev zarokên ji fermanê rizgar bûne ma wê wiha bên parastin. Merwanê min berxê mala Êzî bi rojî bû qurbanê bîr û baweriya xwe. Ez bang li tevahî mirovahîyê dikim ez bang li tevahî Êzidiyan dikim ku rabin ser xwe heya dewleta Tirk ya faşist bin ne keve nerawestin. Ez bang li tevahî dewletan dikim ku çekan nedin dewleta Tirk ji bo bes kezeba dayika bişewite. Bila mala xayin û bêwijdanan bişewite, bila weke mala Merwan li mala dagirker û zaliman jî were. Ew bê dîn û îman bê wijdan û ne mirovin."