Mêrê kujer destdirêjî li Azra kir paşê jî ew qetil kir

Hat zanîn xwendekara zanîngehê Azra Gulendam Haytaoglû ya bi rojane windabû rastî îstismara zayendî hatiye û paşê hatiye kuştin.

Navenda Nûçeyan – Xwendekara zanîngehê Azra Gulendam Haytaoglû ya 26 salî li bajarê Tikiyê Antalya wihdabû û ji 28'ê tîrmehê ve agahî jê nedihat girtin, kuştî hat dîtin. Li ser agahdarkirina malbatê, hat tespîtkirin ku Haytaoglû ji bo kar çûye emlaqfiroş Mustafa Murat Ayhan. Piştî hevdîtinê demeke kurt Mustafa Ayhan bi valiz geriyaye. Polisên ku ji vê rewşê bi guman bûn Mustafa Ayhan binçav kirin û piştî lêpirsîna çeprast li xwe mikur hat ku dest dirêjî Azra Haytaoglû kiriye û wê kuştiye û cenazeyê wê kiriye valiz û biriye li daristanê veşartiye.
Tevgera Jinên Azad (TJA) li ser hesabê xwe yê medyayê ev parkirin danî: Azra Gulendam ji aliyê Mustafa Murat Ayhan ve hat qetilkirin. Polîsan dereng li sînyalên telefonê mêze kirin. Kuştinên jinan encama polîtîkaya şerê taybet ê dewletê ye. Emê jin li hemberî polîtîkayên şerê taybet heya dawiyê têkoşînê bilind bikin. 
Li hemberî buyera qetilkirina Azra li ser medya civakî her diçe bertek zêde dibin.