Mêran di meha Mijdarê de 29 jin qetilkirin

Di meha Mijdarê de 29 jin ji aliyê mêran ve hatin qetilkirin, 10 jin jî bi awayeki guman jiyana xwe ji dest daN. Kiryar dîsa nas bûn; kolanên cinayetan bûn mal. Jin herî zêde ji ber biryar li ser jiyana xwe dane hatin qetilkirin.

Stenbol - Platforma Em ê Cînayetên Jinan Rawestînin (KCDP) rapora şîdeta mêran a Mijdara 2021’an ku ji nûçeyên çapemeniyê û serlêdanên jinên li Tirkiyeyê berhev kiriye eşkere kir. Li gorî raporê di meha Mijdarê de 29 jin ji aliyê mêran ve hatine qetilkirin, mirina 10 jinan jî weke gumanbar hatiye tomarkirin.
Jin dîsan ji ber ku xwestine jiyana xwe ava bikin hatine qetilkirin. Dema ku nehat zanîn 10 jin ji ber çi sedemê hatine qetilkirin, 13 jin jî bi hinceta ku xwestin biryarên jiyana xwe yên wekî dixwazin hev berdin, nexwestin li hev bikin, nexwestin bizewicin, nehiştin ku têkiliya wan çêbibe hatin qetilkirin.
Kiryar nas in
Di cînayetên jinan de dîsa kiryar mêrên herî nêz bûn. Li gorî raporê, ji 29 jinan 10 ji aliyê mêrê pêre zewiciyî ve, 5 ji wan ji aliyê mêrên ku bi hev re bûn ve, 1 ji aliyê mêrê ku berê pêre bû, 4 ji aliyê mêrê ku berê pêre zewicandi bû, 2 ji aliyê xizim, 2 ji aliyê bav û 1 ji aliyê bira, 1 ji aliyê kur, 2 ji aliyê kesên nas û nêzî xwe ve û sedema mirina jinêk jî nehate tespîtkirin. Li aliyê din cihê cinayetê mala jinan bû ku weke qada “ewle” dihat binavkirin.
“Em dev ji Peymana Stenbolê bernadin”
 
Di raporê de daxuyaniyên hikûmetê yên li ser jin û şîdetê jî cih girtin. KCDP’ê diyar kir ku ew ê ti carî dev ji Peymana Stenbolê bernedin û got, “Jin peymana Stenbolê ne ji rojeva xwe, ne ji gotinên xwe û ne jî ji jiyana xwe dernaxin. Mafên me yên bidestxistî di nava şevekê de bi vekişandina îmzaya zilamekê ji jiyana me dernakeve. Em ê hem Peymana Stenbolê û hem jî ya 6284’an bi mijarên têkoşîna xwe ya rêxistinkirî ku hûn hewl didin reş bikin, bi bandor pêk bînin. Em dev ji Peymana Stenbolê bernadin."