Meral Daniş Beştaş: Divê daxwaza aştiyê civakî bibe
Hevberdevka HDK’ê Meral Daniş Beştaş anî ziman ku divê daxwaza aştiyê ji aliyê hemû gelan ve bê bilindkirin û dawî li polîtîkaya avêtina qeyîm were û got: “Îro di çareseriya mijara Kurd de muxatab ne tenê gelê Kurd e, hemû gelên Tirkiyeyê ne.”
![](https://test.jinhaagency.com/uploads/ku/articles/2025/02/20250214-20250213-meral-danis-bestas-6-jpgc9f084-image-jpg355478-image.jpg)
MEDÎNE MAMEDOGLU
Amed – Bi hilbijartinên herêmî yên Adara 2024’an Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) 3 jê bajarên mezin, şaredariya 7 bajar, 58 navçe û 10 bajarokan bi dest xist. Piştî hilbijartinan mîna salên 2016’an û 2019’an li hemberî şaredariyên DEM Partiyê qeyûm hat avêtin.
Dewleta Tirk yekem car di Hezîrana 2024’an de şaredariya Colêmergê desteser kir. Ji meha Hezîranê ve heya niha yek jê şaredariya mezin 7 şaredariyên ku DEM Partî bi dest xistin hatine desteserkirin.
Bi hincet nîşandana xebatên ragihandinê ya beriya ku weke hevşaredar bê hilbijartin 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li Hevşaredara Sêrtê Sofya Alagaş hat birîn. Dîsa bi hinceta cezayê ku lê hatiye birîn li şûna wê qeyûm hat avêtin. Piştî wê 3 sal û 9 meh ceza li Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan hat birîn. Li ser vê yekê gel 3 roj in li dijî metirsiya desteserkirina şaredariyê li ber avahiya şaredariyê nobetê digre.
Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û Parlamentera DEM Partî ya Erziromê Meral Daniş Beştaş destnîşan kir ku di vê pêvajoya ku li Îmraliyê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin didomin de, pollîtîkayên qeyûm di nav civakê de dibin sedema nakokiyan. Meral Daniş Beştaş got: “Desthilatdar divê di ferqê de be ku bi van sepanên xwe winda dike.”
Meral Danış Beştaş bal kişand ku sepanên qeyûm êdî bûne rewşeke bi pergakî û anî ziman ku gel ruxmê qeyûmên tên tayînkirin jî xwedî li vîna xwe derdikeve. Meral Danış Beştaş anî ziman ku bi qeyûm û zextên civakî desthilatdarî nagihîje armanca xwe lê ruxmê vê jî serî li heman rêbazê dide û got ku ew weke HDK hem li dijî polîtîkayên qeyûm, hem jî li diijî polîtîkayên êrişan bi biryar in ku aştiyê ava bikin.
‘Qeyûm û aştî bi hev re nabe’
Meral Daniş Beştaş destnîşan kir ku hemû beşên civakê ji polîtîkayên qeyûman ên desthilatdariyê aciz in û wiha got: “Di civaka Tirkiyeyê de her çiqas ji ber rejîma zextê bi dengekî bilind neyê îfadekirin jî ji wan têgihan e ku dem bi dem tê bilêvkirin. Em vê bi awayekê zelal dibînin. Weke HDK em bi biryar in aştiyê gav bi gav înşa bikin. Bêguman dema ku em vê înşayê dikin nayê wateya em ê li dijî bêhiqûqiyan deng dernexin. Ji ber ku divê ev herdu bi hev re bin. Li aliyekî hevdîtin bi birêz Ocalan re tên kirin, dîsa bi gel re hêviya aştiyê derdikeve holê, êrişek topyekûn a bi vî rengî bi rastî jî pirsa ‘Gelo dixwazin çi bikin’ tîne bîra mirov.”
‘Divê fam bikin ku bi polîtîkayên qeyûm qezenc nekirine’
Meral Danış Beştaş bal kişand ser qeyûmê ku avêtine ser Şaredariya Sêrtê û anî ziman ku gelê Sêrtê li dijî qeyûman dev ji vîna xwe bernade. Meral Danış Beştaş got: “Desthilatdarî bi polîtîkaya xwe ya avêtina qeyûman, winda dike û divê di ferqa vê de be. Enqere dibêje qey bi vî rengî bi ser dixe. Gel di vê demê de bêtir bertek nîşan dide û bi hêrs dibe. Hûn nikarin vîna gel bi vî awayî teslîm bigrin. Divê li hemû bajaran her kes li dijî qeyûmên tên avêtin derkeve û bi gelê Kurd re empatî bike. Divê em bibêjin ku çawa tê hîskirin û bi hev re têbikoşin.”
‘Divê aştiya civakî bê avakirin’
Meral Danış Beştaş anî ziman ku di vê dema ku hevdîtin didomin û tê xwestin aştî bê axaftin de divê li dijî polîtîkayên êrişa topyekûn dengê aştiyê bê bilindkirin û îfade kir ku divê ev daxwaz jî civakî bibe. Meral Danış Beştaş wiha got: “Divê ev hevdîtin bidomin û em aştiya civakî bi hev re înşa bikin. Em pir baş dizanin ku li vî welatî aştî mifteya demokratîkbûn û wekheviyê ye. Em ê dev ji vê têkoşînê bernedin. Têkoşîna aştiyê ji parêzvaniya şer zehmetir e. Em niha vê dijîn. Li vê derê erkên mezin dikevin ser milên her kesê. Divê em li hemberî êrişên topyekun bibin yek û dengê xwe bilind bikin.”
‘Muxatabên çareseriyê gel in’
Meral Danış Beştaş bi gotina; “Di çareseriya mijara Kurd de muxatap ne tenê gelê Kurd e, hemû gelên li Tirkiyeyê ne” anî ziman ku gelên Tirkiyeyê ji vê rewşa şer û pevçûnê bi bandor bûne.
Meral Danış Beştaş got ku gel li dijî xizanî û birçîbûnê têkoşîna jiyanê didomîne û wiha bi dawî kir: “Ji ber vê yekê têkoşîna aştiyê ne têkoşîneke wiha ye ku mirov dev jê berde. Divê li dijî rantxurên şer hemû civak xwedî li têkoşîna aştiyê derkeve û mezin bike. Em jî di vê riyê de dimeşin.”