Meral Daniş Beştaş bertek nîşanî neberdana Gultan Kişanak da

Meral Daniş Beştaş derbarê neberdana siyasetmedara kurd Gultan Kişanak ku dema girtina wê tije bûye, bê hiqûqiya ku tê jiyankirin ji kursiya Meclîsê anî ziman.

Navenda Nûçeyan – Serokwekîla Koma Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (HEDEP)’ê Meral Daniş Beştaş derbarê neberdana hevşaredara ber ya Amedê Gultan Kişana a ku dema girtina wê tije bûye li Desteya Giştî ya Meclisê axivî.

 Meral Daniş Beştaş di axaftian xwe de bal kişand ser rewşa Can Atalay û diyarkir ku biryara Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) heye, li rûxmê wê dadgeha xwecihî 13’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbulê di aliyê tehliyekirinê de di aliyek din de biryar nedaye.

Meral Daniş Beştaş li kûrsiya Meclisê wiha got: “Bi rastî jî ev yek nayê qebûlkirin. Li Tirkiyeyê dadgehên herêmî gelo xwe dispêrin çi? Dadgehên herêmî li ber biryara DMME’yê ku der barê Demîrtaş û Yuksekdag daye radibe. Li ber biryara Can Atalay ku AYM’ê daye radibin. Dema cezayê birêz Gultan Kişanak tije bûye. Li gorî CMK’ê 7 sal derbas bûn, lê mixabin dadgeha herêmî li ber biryaran radibe. Divê ev hemû bi dawî bibin û Kişanak û Atalay tavilê bên berdan.” Meral Danîş Beştaş destnîşan kir ku ew di helwestên dadgehên herêmî de dibînin ku ev dewlet ne dewleta hiqûqê ye.