Meral Daniş Beştaş a qeza derbas kir sewqî Enqerê kirin
Serokwekîla Komê ya HDP’ê Meral Daniş Beştaş a qezaya trafîkê derbas kir û hestiyên pişta wê şikiyan sewqî Enqerê kirin.

Navenda Nûçeyan – Serokwekîla Komê ya Partiya Gelan a Demokratîk (HDP) Meral Daniş Beştaş a ji bo xebatên hilbijartinê çûbû Erziromê li riya navçeya Qereyazi qezaya trafîkê derbas kir.
Meral Daniş Beştaş di encama qezayê de bi giranî birîndar bû. Mehmet Vefa, Mehtap Demirkaya û rêveberê partiyê ya ku navê wî nehat zanîn jî ji ber qezayê bi sivikî birîndar bûn.
Meral Daniş Beştaş a piştî qezayê yekem mudaxale li Nexweşxaneya Dewletê ya Qerezayi hat kirin, paşê sewî Nexweşxaneya Bajêr a Erziromê hat kirin. Piştî tetkîkên ku li vir hat kirin Meral Daniş Beştaş a li pişta wê şikestin hat tespîtkirin bi balafira ambulansê sewqî Enqereyê kirin.
Tê payîn ku xeteriya jiyanî ya Meral Daniş Beştaş nîn e, dê sibê bê emeliyatkirin.