Li xwe mikur hatina Meral Akşener: Bîrên asîtê û torosên spî

Parêzvanên mafan bal kişandin ser gotinên Meral Akşener ên "Em di raboriya xwe de bûn şahidê cînayetên siyasî lê bi merdanê bûn" îtîrafek e û xizmên windayan û nûnerên partiyên siyasî, destnîşan kirin hewl tê dayîn cînayet bên meşrûkirin.

SERPÎL SAVUMLU

Navenda Nûçeyan- Li Tirkiyeyê hema bibêje di her rûpela salnameyê de cînayetên kiryar nediyar, înfazên bê darizandin û bûyerên di binçavkirin an jî girtîgehan de jiyana winda kirin nivîsandiye. Bi salên 1980’an re û bi taybetî di salên 90’î de rojnameger, siyasetmedar, rewşenbîr, mirovên karsaz an jî kesên xwedî nasnameya muxalîf hatin înfazkirin. Di van salên ku rojên herî bi xwîn ên dîrokê hat jiyîn de, mirov neçar man êşên berê qet nehatine dîtin bijîn. Ji van rojan û heta roja me beşek mezin a dozên ku di refên darazê yên bi toz de asê hatine hiştin, rastî ‘demborî’ û hinek jî bi vê xetereyê re rû bi rû man.

'Ger em kerpîçan kaş bikin wê dîwar hilweşe'

Heta îro gelek caran wezîrên berê der barê cînayetên kiryar nediyar de daxuyanî dan. Di van axaftinan de ya herî zêde ez di aqilê me de ma jî gotinên Wezîrê Karên Hundir ê berê Mehmet Agar ên der barê kujerê rojnameger Ugur Mumcu yê di sala 1993’an de hat qetilkirin: “Tiştek wisa ye ku ger em kerpîçek kaş bikin, dê dîwar hilweşe” bû. Hat axaftin ku Mehmet Agar bûye sedema berpirsyar û teşwîqkarên gelek sûîqestan kiryar nediyar bimîne. Daxuyaniya herî dawî ya der barê cînayetên kiryar nediyar jî ji aliyê Seroka ÎYÎ Partiyê Meral Akşener ve hat. Gotinên ‘cînayetên siyasî’ ku Meral Akşener a di hevdîtina rojek berê namzedê Şaredariya Sêwasê yê partiya xwe Mehmet Ceylan eşkere kiribû de got, rastî bertekên mezin hat.

‘Merdane bû...'

Dema hem ji bo mirina Muhsîn Yazicioglu û hem jî ronîkirina qetilkirina Sînan Ateş got: “Tu hêza min tunebû, hêza min. Ez niha ji we ehliyet dixwazim. Destpêke dixwazim ji bo hilbijartina Mehmet Ceylan dest û rê bidin û dixwazim di sala 2028'an de jî min bînin desthilatdariyê” di berdewamiya axaftina cînayeta Sînan Ateş bi bîr xist û wiha got:

“Em di raboriya xwe de bûn şahidên cînayetên siyasî lê bi merdanê bûn. Ji ber vê jî yek ji me jî netirsiya. Lê yên ku bavê wê zarokê kuştine bazirganên madeya hişbir in... Ev zarok nizane dê sibê çi bikin. Mafê tu kesî tune ye ku ji zarokekî re vê yekê bide jiyîn.”

'Hemûyan qebûl dikim’

Meral Akşener cara ewil der barê vê mijarê de neaxivî. Bi rastî jî li gorî cihê xwe rojek înkar kir û rojekê jî cînayetan qebûl kir. Dema Meral Akşener bû namzeda Serokatiya Giştî ya MHP’ê, di sala 2016'an de di axaftina xwe ya li Balikesîrê de xwedî li cînayetên kiryar nediyar derket û wiha got: "Ez wezîrek ku di pêvajoya ku min Wezîrtiya Karên Hundir dikir de îmzeya xwe avêt operasyona derveyî sînor a herî dirêj, berfireh a dîrokê. Ez şerm dikim ku bibêjim hinek kes li ser medyaya dijîtal dibêjin 'Bila Meral Akşener nebe seroka giştî yê MHP'ê, dibêjin berpirsiyara cînayetên kiryar nediyar ew e'. Hûn çi dibêjîn bibêjin, hemûyan qebûl dikin. Ger ji bo vê welatê, ji bo yekitî û hevgirtina vê gelî tiştek bê kirin, min kiriye û heta dawiyê berpirsyariya wê hildigrim.”

Qebûlkirina xwe înkar kir

Meral Akşenerê, di sala 2021'ê de dema li Sêrtê serdana esnafan kir, ji pirsa welatiyek a, "Dema ku hûn Wezîra Karên Navxweyî bûn li Rojhilat û Başûrê Rojhilat çend cînayetên kiryar nediyar hatin jiyîn?" wiha bersivand: "Di dema wezîrtiya min de qet pêk nehat. Hûn dikarin min rexne nedikir, dikarin min hez nekin û dibe ku ji min nefret bikin. Lê ne pêkan e ku ez derew û îftîrayan qebûl bikim. Min 8 mehan wezîrtiya Karên Navxweyî kir. Li gorî birêz Soylu ez wezîra karûbarê navxweyî ya stajyer im. Ji ber vê yekê min fêhm nekir ku ez çi me. Ger ez li gorî birêz Soylu wezîrek stajyer im, ne pêkane ku min tiştên we gotiye pêkaniye.” Lê îro Meral Akşener bi wêneyek berovajî vê yekê pesnê xwe dide.

Zêdetirî hezar bûyerên kiryar nediyar qewimîn

Meral Akşener, ket şûna Mehmet Agarê ku piştî qezaya Susurlukê ya di 3’ê Mijdara 1996’an de ji Wezareta Karên Navxweyî îstifa kir. Di navbera 8'ê Mijdara 1996'an û 30'ê Hezîrana 1997'an de ev erk pêk anî. Li gorî daneyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) li Tirkiyeyê di navbera salên 1989-1999'an de di nava 10 salan de bi giştî hezar û 964 kesan di cînayetên kiryar nediyar ên siyasî de jiyana xwe ji dest dan. Mirin: di navbera salên 1989 û 1991’an de 42 kes, 1992’an 210 kes, 1993’an 510 kes, 1994’an 292 kes, 1995’an 321 kes, 1996’an 78 kes, 1997’an 109 kes, 1998’an 192 kes, 1999’an wek 210 kes pêkhat û wiha berdewam kir. Li gorî qeydên Baroya Amedê, di navbera salên 1990-2003’an de nêzî 17 hezar kes hatin binçavkirin û careke din agahî ji wan nehat girtin.

Gotinên Meral Akşener îtîrafek e

Xwişka Hayrettîn Eren ê hat windakirin Îkbal Eren bi salan e bi kesên ku di cînayetên kiryar nediyar de jiyana xwe ji dest dane re têdikoşe. Îkbal Eren a ku bi salan e ji bo ronîkirina tarîtiya li welat dev ji daxwaza edaletê bernade û bi Dayik/Mirovên Şemiyê re ji Qada Galatasarayê dur nekave, balkişand ev gotinên Meral Akşener îtîrafek e. Îkbal Eren a got, “em bi salane dibêjin dewlet sûc kiriye”, anî ziman ew kiryarên ev cînayetan nas dikin û dixwazin bên darizandin. Îkbal Eren a got, “Mirov bi Torosên spî hatin revandin û qetilkirin. Gotanên yek ji Wezîra Karên Navxweyî ya wê demê Meral Akşener a “Em di raboriya xwe de bûn şahidê cînayetên siyasî, lê bi merdanê bûn. Ji ber vê jî yek ji me jî netirsiya” îtîrafek e, diyar kir ku ev gotin tê wateya rewakirina cînayetên siyasî.

'Ji bo edaletê çi pêwîst dike bila bike’

Îkbal Eren, bi van gotinan axaftina xwe domand: “Li vir bi pesindayîna sûc û sûcdar di wateya Destûra Bingehîn de sûc pêk tîne. Di rewşên wiha de mirov di serdegirtinên mal de ji malên xwe tên girtin. Divê edalet ji bo Merak Akşener çi pêwîst dike bila bike. Ya rastî ev îtîrafên Meral Akşener me matmayî nekir. Ya ku divê em matmayî bimînin, ew e ku ev kesê bi cînayetên kiryar nediyar ên ji aliyê dewletê ve hatine kirin pesnê xwe dide, wek hevkarê çareseriyê tê dîtin û di maseyê de tê rûnistandin. Mesele li vir e. Nayê qebûlkirin ku mirovek bi cînayetek an jî rêze cînayetan re pesnê xwe bide. Divê edalet di vê mijarê de cihê xwe bibîne.”

‘Ditirsin hesab bidin’

Serokê Komeleya Mafên Mirovan a şaxa Stenbolê Gulseren Yolerî wekî Îkbal Eren ew jî li pey şopa cînayetên kiryar nedir e. Gulseren Yolerî jî gotinên Meral Akşener wek îtîraf bi nav dike. Gulseren Yolerî wiha got: “Gelo di nav pêkanîna sûc de ye? "Tevî ku di pêkanîna sûcek herî biçûk jî dizane îtîraf nake, naçe dozgeriyê." Gulseren Yolller baldikşîne peyva ‘Comerdî’ û wiha axaftina xwe didomîne: “Ger bi comerdî buna bûyerên cînayetên siyasî, ewqas qetlîam û windabûyîn din av tarîtiyê de nedima. Dê kujer derketana holê hemû bûyer ronî bibûna û dê sucên xwe îtîraf bikirana. Kesên ku suc kirina ji wan re nedihat gotin hêzên tarî. Ji bo wan deman demen tarî nedihat gotin. Ya rast ew e ku kujer sûcên kirine baş dizanin ji ber vê di xema xwe weşartinê de ne. Ruxmê ku zagon dadgeh di destê wan de ye dîsa jî ditirsin. Ditirsin ku heqîqet derkeve holê, ji darizandinê û hesabdayînê ditirsin.”

‘Ka Comerdî?’

Gulseren Yolerî da zanîn ku ji ber vê yekê ji Dayikên Şemiyê yên ji bo edaletê têdikoşin ditirsin û Qada Galasarayê tê qedexekirin û wiha got: “Ji ber vê yekê di her bîranînê de malbatên Pirsûsî, malbatên Roboskê rastî tundiyê tên. Ka comerdî? Dê kujerên ku Ogun Samast parastin were bîra mirovan. Lê belê ji bilî 3-5 kujerên ku di raya giştî de tên naskirin û bi awayekî sembolîk tên parastin, bi deh hezaran ji wan ji ber ku wateya sûcên ku kirine dizanin bi tirsa eşkerebûnê dijîn. Ji ber vê yekê ji bo rastî dernekeve holê hewldanek bi giştî heye. Divê em jî ji Akşener e bipirsin ka di çi şert û mercan de xwe ewle hîs dike.

‘Divê destpêkê em gelê Kurd biaxivin’

Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM) ji bo ronîkirina kiryar nediyar di her firsendê de daxuyanî da û mijar anî rojeva Meclisê. Cîgira Serokê Koma Partiya DEM’ê Gulistan Kiliç Koçyîgît jî têkildarî daxuyaniyên Meral Akşener ji ajansa me re axivî û got: “Dema ku mijar dibe cînayetên siyasî yên li vî welatî, divê pêşî behsa cînayetên siyasî yên kiryarên nediyar li dijî gelê Kurd hat kirin bikin.” Gulistan Kiliç Koçyîgît da zanîn ku  di eynê wextê de divê li ser sûîqesd û zextên ku li dijî şoreşger, demokrat, rewşenbîr û rojnamevanan tê kirin baxivin

‘Bîrên asîtê tezgehên îşkenceyê girêdana berazê…’

“Di vê wateyê de em ji çandek ku herî zêde bedel dane tên. Gulistan Kiliç Koçyîgît got: "Li vî welatî 17 hezar kes hatin windakirin, kujerên wan dihatin zanîn lê ji ber ku nehatin cezakirin, nehatin şopandin, nehatin eşkerekirin, nehatin zanîn û wiha gotinê xwe berdevam kir:

“Bi gelek rêbazên weke bîrên asîtê, tezgahên îşkenceyê, girêdana berazê mirovên me hatin qetilkirin. Gundên me hat şewitandin, hat talankirin, mirovan neçarî penaberiyê kirin. Di vê wateyê de dema em salên 90’î dinirxînin giştî bîra me de ye ku li dij mirovî sucên wehşî hat jiyîn. Daxuyaniya Meral Akşener di dide nişandan ku wana giştî diparêze. Em hemû kuştinên dema ku Wezîrê Karên Hundir bû, dizanin. Û em hemû baş dizanin ku di wê demê de kontra-gerîla ku ji aliyê dewletê ve hatiye organîzekirin, JÎTEM û cerdevanan berpirsyarê van hemû cînayetan bûn. Em nêzîkatiya Wezîrê Karên Hundir ê wê demê Mehmet Agar û gelek kesên din bi Meral Akşener re baş dizanin. Divê çerçoveyê de hişmendiya wan xwe derve de diteyîsî ne.”

'Helbet em ê vê feraseta tarî têk bibin'

Gulistan Kiliç Koçyîgît, diyar kir Meral Akşener ji cihê ku kujeran baş pênase dike tevdigere û wiha got: “Merd û namerdê cînayetên siyasî nabe. Cînayetên siyasî cînayetên siyasî ne. Kujer kujer in. Ji bo cînayetên siyasî yên vî welatê li dijî Kurdan tên kirin tu gotinê nabêjin lê dema ku cînayetek siyasî li taxa wê pêkwere binavkirina cînayetên siyasî jixwe bêberpirsiyartiya siyasî ye. Ev qebûlkirina hemû cînayetên din e. Di vê wateyê de em wek raboriyê wê îro jî têkoşîna xwe bi vê feraseta tarî, bi pêkhateyên ku di nava dewletê de hatine avakirin bi mejiyê ku ji van cînayetên siyasî alîkariyê digere û di rastiyê de dewletê li dijî civak bi kar tîne û dewletê li dijî têkoşîna civakê ya ji bo azadî, demokrasî, aştî û wekheviyê bi kar tîne, têkoşîna xwe berdewam bikin. Helbet em ê vê feraseta tarî têk bibin. Em ê bi têkoşînê bi ser bikevin. Bila gumana kesek ji vê yekê nebe.”

'Ji bo pêknehatina suîqesdên nû…'

Gulistan Kiliç Koçyîgît, salvegera qetilkirina Hrant Dînk bi bîr xist û wiha got: "Kî dikare pênase bike kujer tenê Ogûn Samast e? Kî dikare garantî bide heta hêzên li pişt vê cînayetê neyên eşkerekirin û rûbirû nebin, ev welat dê bikaribe xwe dûz bike? Ji ber ku cînayeta Hrant Dînk nehat ronîkirin, cînayetên din hatin pêkanîn. Di vê wateyê de em baş dizanin ku ev ne munferîd in û mantiqa bingehîn a pergalê li ser vê hatiye avakirin. Em cînayetên berê yên li dijî Musa Anter û Mehmet Sîncar hatine kirin, li ku derê bi cih bikin? Ez dixwazim careke din diyar dikin divê ev civak van hemûyan yek bi yek bipirse, bi wan re rû bi rû be û ji bo cînayet û sûîqesdên bû neyên jiyîn, li dijî wan hemû bi hev re têbikoşîn.”