Melîsa Sozen a rola şervanek YPJ’ê lîst îfade da
Lîstokvan Melîsa Sozen a rola şervana YPJ’ê lîst, bi sûcdariya ‘propagandaya rêxistinê’ ji bo îfadeyê banî wê kirin.
Navenda Nûçeyan – Ji ber karaktera şervana YPJ’ê ya di sezona sêyemîn a rêzefîlma “Le Bureau des Legends” ku li Fransayê tê kişandin, bi sûcdariya ‘propagandaya rêxistinê’ ji bo îfadeyê banî Melîsa Sozen kirin.
Melîsa Sozen dema vegeriya Tirkiyeyê di çarçoveya lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê daye destpêkirin de îfade da.
Melîsa Sozen ji ber karaktera şervana YPJ’ê ya di rêzefîlma “Le Bureau des Legends” de hedef hatibû nîşandan. Melîsa Sozen li ser hedefnîşandanê destnîşan kiribû ku ew “bi zordariya înternetê re rû bi rû maye” û gotibû; “Nebin parçeyek ji çanda lîncê.”