Meleyê ku destdirêjî li zarokek kir hat girtin

Li navçeya Kozan ya Edeneyê meleyê mizgefta Ahmet Yesevî M.A, ji ber ku 11 salan destdirêjî li zarokek ku diçe qursa quranê kir, hat girtin.

Navenda Nûçeyan- Li navçeya Kozan ya Edeneyê meleyê mizgefta Ahmet Yesevî  M.A., ji ber ku 11 salan destdirêjî li zarokek ku diçe qursa quranê kir, ji aliyê Dadweriya Cezayê ya Sulh ya Kozanê hat girtin.

Zarok, di îfadeya xwe ya li Serdozgeriya Komarê ya meha Çileyê de hûrgiliyên êrîşa zayendî ku 11 salan jiyan kiriye, parve kir. Zarok, destnîşan kir ji ber gefên mele nikaribûye ji kesek re bûyerê parve bike û diyar kir ku malbat di meha Kanûna 2022’an ji bûyerê agahdar bûne. Zarok, di berdevamiyê de got ku malbat jî ji ber şermê mele gilî nekiri ye.

Zarok, got ku piştî xizmên wê bûyerê dibihîsin gazî mele M.A. kirine û wiha pê de çû: “Berê tiştê ku kir înkar kir û piştre qebûl kir. Xizmên min xwestin ku ew ji min dûr bikeve.” Zarok, di berdevamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku piştî bûyer derdikeve holê mele M.A. tê mala wan û bi bavê wê re hevdîtin dike û ji bavê zarok re dibêje: “Em xwedî li zarok derdiketin.”