Melayê ku têkildarî mirina Abdulbakî Dakak hatibû binçavkirin hat berdan

Melayê ne fermî yê ku di çarçoveya lêpirsîna der barê daliqandina Abdulbakî Dakak ê cenazeyê wê di axurek de hat dîtin, hatibû binçavkirin, piştî îfadeya xwe hat berdan.

Navenda Nûçeyan- Melayê ne fermî A.P ê ku têkildarî mirina Abdulbakî Dakak ê 12 salî ku dema li Rihayê winda bû, li nêzî medreseya di bin kontrola Weqfa Semerqendê de mirî hat dîtin hat binçavkirin, piştî îfadeya xwe hat berdan.

Malbata ku li navçeya Kaniya Xezalan dijîn û ji Abdulbakî Dakak agahî negirtine, ji bo zarokên xwe yên şandine kursa taybet a perwerdeya olî ya li navçeya Beşatê ya Eyyubiyeyê, serî li cendirmeyan dan. Roja Çarşemê cenazeyê zarok di axurekî li taxa Beşatê ya li nêzî cihê ku perwerdeya olî de hat dîtin.

Cenazeyê zarok piştî otopsiyê ji aliyê xizmên wî ve hat definkirin. Têkildarî îdiaya ku tevî zarok nexwestiye biçe kursa perwerdeya dinî jî bi zordariya malbata xwe salek perwerde dîtiye, ji aliyê Walîtiya Rihayê ve lêpirsîna edlî û îdarî hat destpêkirin. Di çarçoveya lêpirsînê de kursa mijara gotinê hat girtin. Melayê ne fermî A.P ê ku hat diyarkirin di kursê de berpirsyarê xwendekaran e hat binçavkirin.

Piştî îfadeya xwe hat berdan

A.P ku sewqî edliyeyê hat kirin, piştî îfadeya xwe ya dozgeriyê hat berdan. A.P di îfadeya xwe de diyar kir ku Abdulbakî roja bûyerê jî neçûye dibistanê û wiha got: “Dema roja bûyerê qeydên kameraya qursê hatin lêkolînkirin, tê dîtin ku Abdulbakî piştî nimêja sibê di saet 05.18’an de derdikeve derve. Ew kêlî di qeydên kamerayê de hene. Wê rojê neçûye dibistanê, me agahî da malbatê. Pirsgirêkên wî yên din tune bûn.”