Mehsa Yezdanî ya ji bo kurê xwe têdikoşiya hat girtin

Mehsa Yezdanî ya li eyaleta Mazendaranê dijî ji ber ku ji bo kurê xwe yê di serhildana “Jin, jiyan, azadi” de hatibû qetilkirin têdikoşiya hat girtin. Nayê zanîn ku Mehsa Yezdanî birine li ku.

Navenda Nûçeyan- Piştî ku li Tehranê Jîna Emînî hat qetilkirin, dewlet ji bo serhildanên ku li Îran û Rojhilatê Kurdistanê dest pê kiribûn bide sekinandin dest bi darvekirin, îşkence, girtin û qetilkirina mirovan kir.

Di dema serhildanê de ciwanê bi navê Muhammed Javad Zahedî wekî gelek kesan hatibû qetilkirin.  Dayika wî Mehsa Yezdanî, ku ji bo kurê xwe têdikoşiya li eyaleta Mazandaran, bajarê Sarî li mala xwe ji aliyê ‘hêzên ewlehiyê’ ve hat girtin û nayê zanîn wê birine li ku. 

Nîvê sedsalek e rejîma Îranê zextan li malbatên kesên darvekirî dike

Komara Îslamî ya Îranê ji salên 1960'an ve li dijî malbatên çalakgerên siyasî yên ku hatine darvekirin zextan dike, di mehên dawî de jî tê dîtin ku zext zêdetir bûne. Bi nêzîkbûna salvegera qetilkirina Jîna Emînî re, bi taybetî li dijî yên ku dozên kesên hatine darvekirin, dişopînin û malbatên ku ji bo mafên xwe têdikoşin operasyon tên lidarxistin, malbat tên girtin û gorên kesên ku di têkoşîna şoreşê de jiyana xwe ji dest dane tên texrîbkirin.