Mêhrîcana 4’ê Nîsanê bî pêşbaziyên werzîşî di roja dûyem de di dome
13’emîn Mêhrîcana 4’ê Nîsanê ya waregah penaberan a Mexmûrê bi pêşbaziyên werzîşî di roja dûyem de di dome.
Musîl- Mêhrîcana 4’ê Nîsanê ya ji bo rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan her sal ji aliyê saziya perwerdê ya Wargeha Penaberan a Mexmûrê tê li dar xistin. Îsal 13 emîn mêhrîcana çand û werzîşê dûh bi vekirina pêşangehê destpê kirî û wê sê rojan dom bike, îro bî pêşbaziyên werzîşî di roja xwe ya dûyem de di dome. Xwendevanên Mexmûrê bi awayek fermî hatin saha fotbolê û di nav sahê de komên govendê yên dibistanên seretayî bi cilên xweyên govendê di nava sahê de govend girtin. Her wiha xwendevanên ku bejdarî pêşbazîyên werzîşî bûyî ala kes, sor û zer girtin dora sahê zivirin.
Di roja dûyem ya mêhrîcanê de pêşbaziyên werzîşî yên weke Beza Marotan, Beza al 400 metrî, maratona (Stêrk Ciwan), Beza 100 Metrî, dirêj avêtin di navbera dibistanan de pêkhatin. Hemû kesên ku tevlî van pêbaziyan bûn bi kelecanek mezin li bendê bûn ku bilîzîn.
Roja Fînalê sibê ye, wê di saetên sibê de ji bo rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê pasta were birin û pêşbaziyên werzîşî yên di navbera dibîstanên sereteyî yên weke Torbe, meşa hêk, meşa mêrû û lîstika mast bên lîstin.