'Mehdî Oztuzun ji ber ku îradeya jin nas nekir ne namzetê me ye'

Koordînasyona Saziyên Êlihê daxuyanî da û wiha got: "Ji ber helwesta Mehdî Oztuzun yê li dijî partiya me, çanda me ya welatparêziyê û vîna jinê, niha bi partî û saziyên me re ti têkiliya xwe nîne."

Êlîh-Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), TUAY-DER, Meclîsa Dayikên Aştiyê, Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclîsa Ciwanan, ARÎ-DER, nûnerên Navenda Çandê ya Baharê û gelek saziyên sivîl tevlî daxuyaniya Koordînasyona Saziyên Êlihê bûn.

Li ser navê saziyan Hevseroka DEM Partiyê ya Êlihê Songul Korkmaz daxuyaniya çapemeniyê ya hevpar xwend.

Di daxuyaniyê de hat gotin, “Gelê me û partiya xwe di nava pêvajoyeke girîng a hilbijartinê de ne. Partiya me dema amadekariya vê pêvajoyê dikir, ji raya giştî re ragihand ku namzetên hevşaredariyê yên hilbijartina xwecihî ya 31'ê Adarê wê bi dengê gel bên hilbijartin. Namzetên me ji aliyê gel ve bi awayekî eşkere hatin diyarkirin."

Di daxuyaniyê de bal kişand ser pîvanên DEM Partiyê, bi taybet sîstema hevserokatiyê û hate gotin ku ev destkeftî şoreşeke wê ti carî dest jê bernadin.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Piştî ku pêşhilbijartina me bi serkeftineke mezin bi dawî bû, Mehdî Oztuzun wek namzetê hevşaredariyê yê Êlihê hat hilbijartin. Dawiyê helwesteke berevajî daxuyaniya xwe nîşan da. Tevî hemû hewldanên çareseriyê yên rêxistina me ya bajêr û komîsyonên navendî jî di helwesta xwe ya 'Şaredariyê' de israr kir, ev ji bo me tê wateya paşguhkirina îradeya jinan û redkirina pîvanên me ya hevserokatiyê. Ji roja avabûnê heta niha hêzên tarî û qirker ên îdeolojiya fermî destên wan di xwîna bi hezaran welatparêzên me de ne û li dijî gelê Kurd di nava êrîşeke topyekûn de ne. Li dijî gelê Êlihê, partiya me û nirxên me bingeha êrîşên taybet û psîkolojîk ava kiriye.”

Êrîşên li dijî nirxan wê tu carî neyê qebûlkirin

Koordînasyonê bertek nîşanî israra Oztuzun a li ser helwest û pratîka li dijî çand û dîsîplîna partiyê ya bi rêya medyaya dijîtal da û wiha got: “Li dijî nirxan hema bêje dest bi kampanya rûreşkirinê kir. Helwest li dijî welatparêzî û nirxên gelê Kurd bi bedelên mezin û bi taybetî jî bi têkoşîna azadiya jinê hatiye afirandin e. Êrîşên li dijî nirxan wê tu carî neyê qebûlkirin. Gelê Êlihê dê bi kesên ku van nirxên mezin ên bi kedeke mezin afirandine re bimeşe û li hemberî kesên ku êrîşî van nirxan dikin dê helwesta pêwîst nîşan bidin."

‘Oztuzun ne namzetê me yê şaredariyê ye’

Daxuyanî wiha bi dawî bû: “Li ser vê yekê Mehdî Oztuzun ji ber helwesta xwe ya li dijî partiya me, çanda me ya welatparêziyê û vîna jinê êdî ti têkilî û têkiliya xwe bi partî û saziyên me re nema. Em ji raya giştî re radigihînin ku Oztüzün ne namzetê me yê şaredariyê ye. "Em bang li hemû gelê Êlihê yên welatparêz dikin ku di hilbijartinên rêveberiyên herêmî de li dora Partiya DEM'ê bibin yek û li dijî kampanyaya qirêj a ku hemû pêkhateyên tarî û hezkiriyên serkeftina şexsî dixwazin li Êlihê pêş bixin, her cure hîleyên tarî têk bibin."