Meha hezîranê li Başûrê Kurdistanê 11 jin hatin kuştin
Tenê di meha Hezîrana sala 2021’an de 11 jin ji ber sedemên cûda jiyana xwe ji dest dane. Gelek ji wan jinan rastî tundî û tujiyê hatine û dawî li jiyana xwe anîne.
Silêmanî - Li gora daneyên berdest kuştina jinan li Başûrê Kurdistanê her roja diçe zêde dibe. Tenê di meha Hezîranê de 11 jin hatine kuştin. Piraniya wan jî sedema kuştinê nayê zanîn yan rastî êrîşan hatine yan jî dawî li jiyana xwe anîne.
1’ê Hezîranê di encama şerê dû malbatan de li taxa Şoreş ya qezaya Çemçemal du jin birîndar bûn ku yek temenê wê 36 ya din jî 37 salî bû. Li gorî hatiye zanîn şerê di navbera herdû malbatan de ji ber sedemê civakî bûn.
2’ê Hezîranê jina ciwan ya temenê wê 19 salî roniştvana taxa Şaredaya Rizgarî ya bajaroka Kelar bi navê Şîraz Îbrahîm bi awayek şewitî digihînin nexweşxaneya Hejar ya bajarokê Kelar, ji ber sedema şewata zêde jiyana xwe ji dest da. Şîraz bi du xuşkên ve li mala xizmên xwe di man pîştî ku bavê wê koça dawî kir dayika wan dizewice, çend deqeyek beriya jiyana xwe ji dest bide dide diyarkirin ku buyer qeza û qedere qet sucê kesekê têde nîne.
Jinên di nava qampan de jî ji vê bê para xwe digrin ji ber tundîtujiyê li qampa Xanikê jinek temenê wê 17 salî bi navê Faxriye Dexil Reşo di 3’ê Hezîranê de dawî li jiyana xwe anî. Fexriye xwendevanbû di dema ku diçe çadirê dawî li jiyana xwe anî.
Çemçemal yek ji wan herêmane ku rêjeya tundî û tujiyê lê zêdeye. 3’ê Hezîranê jinek 30 salî û dayîka 5 zarokane ku navê wê nehat zanîn agir berî bedena xwe dide, ji ber şewata zêde digihînin nexweşxaneya Silêmanî û li wê jiyana xwe ji dest da.
8’ê Hezîranê li taxa Bekrecû ya bajarê Silêmanî mêrek bi guleyê hevjîna xwe dikuje. Ev her dû hevjîn cuda ji bûn lê belê di heman malê de jiyan dikirin, navê mêrê tewanbar M.K.A ye û di sala 1968 ji dayik bûye û piştî bûyerê hat girtin.
Li beramberî jinên biyanî jî gelek tundî û tujî tê kirin, heta tê wê rewşê ku bi xwe dawî li jiyana xwe bînin. 11’ê Hezîranê jinek Nepalî ya bi navê Radama runiştvana Silêmaniye û temenê wê 35 saliye dawî li jiyana xwe anî. Di heman rojê de cenazeyê jinek çalakvan û jîngeparêz a bi navê Bijwîn Osman li taxa Ezîzawayî ya Silêmaniyê ku cihê gule li laşê wê hebû û piştre jî hatiye şewitandin hat ditin. Piştî lêkolînê di buyerek ya roja 15-16’ê vê mehê de sê kesên bi navê P.E.E ku di sala 1980’an de li Silêmanî ji dayik bûye. M.E.E di sal 1988’an de ji dayik bûye. B.C.C sala 1996’an ji dayik bûye ji ber kuştina Bijwînê hatin girtin. Di lêkolînan de diyar bû ku yek ji wan di roj 10’ê Hezîranê de Bijwîn bi erebeya xwe biriye derveyî bajar. Her çiqasî li ber xwe jî daye lê belê bi sê guleyan hatiye kuştin û piştre jî li gundê Ezîzaxa hatiye şewitandin. Her du kesên din jî bi gule alikariya tewanbar kirine li gora madeya 306 di yasaya seza ya Îraqê ya sala 1969’an hatin darezandin.
15’ê Hezîranê jina bi navê Ahu Fetah ya 49 salî roniştvana Şardeya Rizgarî ya bajaroka Kelar ji ber sedema şewatê jiyana xwe ji dest da. Li gorî zanyariyên hatine girtin dema ku wê nan çêkiriba bidonê gazê pêde bû.
16’ê Hezîranê jina ciwan ya temenê wê 19 salî bi navê Hêlîn Ehmed ji ber xwarina heba qelewî li bajarê Hewlêrê jiyana xwe ji dest da. Ev dermanê ku bi karanîye bi rêya malperên online bi destxistiye heta ku bû sedemê ji destdana jiyana Hêlînê.
18 Hezîranê di dawetek li Koyê de jinek ciwan ya bi navê Evîn Ehmed ya 19 salî ji aliyê pismamê wê ve hatiye gule baran kirin, ji ber birîna xwe ya xedar jiyana xwe ji dest da. Li gorî zanyariyên hatine belavkirin pismamê wê daxwaza zewacê jê kiriye, ji ber Evînê ne pejirand gule lê daye.
Li taxa Karahincîr a qezaya Çemçemal 22’ê Hezîranê jinek 21 salî bi awayek bi guman jiyana xwe ji dest da. Cihê keleşinkofê di laşê wê de hate dîtin. Piştî lêkolinê jî heta niha nayê zanîn bê ka çawa hatiye kuştin.