Meha El-Merwan a ji Dêrezorê: Em li pişt QSD’ê ne

Endama Desteya Rêveber a Meclisa Navçeya Rojhilatê Dêrazorê Meha El-Merwan têkildarî êrîş, fitne û lîstikên ku li Dêrazorê tên kirin got: “Hikûmeta Şamê, Tirkiye û Îran dixwazin aramiya herêmê û projeya Neteweya Demokratîk têk bibin.”

EBÎR MUHEMED

Qamişlo – Operasyona ku di 27’ê Tebaxa 2023’an de li Dêrazora li rojhilatê Sûriyeyê ku dikeve ser çemê Firatê, bi navê “Xurtkirina ewlehiyê” ji bo girtina şaneyên DAIŞ’ê û torên bazirganiya narkotîkê hatibû destpêkirin berdevam dike.

Endama Desteya Rêveber a Meclisa Navçeya Rojhilatê Dêrazorê Meha El-Merwan têkildarî rewşa li Dêrezorê ji ajansa me re axivî.

Ji bo têkbirina projeya damokratîk destwerdanên derve

Meha El-Merwan destnîşan kir ku hikûmeta Şamê û Îran tevî dewleta Tirk û çeteyên wî dixwazin projeya demokratîk a ku li Dêrazorê hatiye avakirin têk bibin û got: “Di van rojên dawî de me dît ku şaneyên hewl didin ewlehî û aramiya herêmê tehdît bikin hene. Armanca sereke ya vê hebûnê têkbirina projeya Neteweya Demokratîk û têkbirina aramiya herêmê ye. Bi analîzkirina hin rastî, bûyeran û çekên ku li hemberî hêzên ewlekarî û leşkerî yên Dêrezorê hatin bikaranîn, me dît ku destêwerdaneke mezin ji aliyên derve yên girêdayî rejîma Sûriye û Îranê ve hatiye kirin. Bêguman bi heman planê xwestin azadiya jinan a ku hatiye bidestxistin li herêma Dêrazorê têk bibin û dîsa careke din mafên jinan ji dest wan bigrin.”

Talan û diziya li navendên xizmetguzariyê

Meha El-Merwan diyar kir ku çeteyên DAIŞ’ê dizî û talana navendên xizmetguzariyê kirin û wiha pêde çû: “Di dema êrîşa hin çeteyan a li Dêrazorê, gelek talanî kirin û diziya navendê xizmetguzariyê kirin. Em bang li şêniyên Dêrazorê dikin ku li mal û milkên xwe baldar bin, di heman demê de li milkên saziyên xizmetguzariyê jî miqate bin ji ber ku ev ê tevahî gelê herêmê ye.”

‘Xwedî li projeya Neteweya Demokratîk derkevin’

Meha El-Merwan herî dawî teqez kir ku ew ê li pişta Hêzên Sûriyeya Demokratîk QSD’ê bin, projeya demokratîk biparêzin û ev bang kir: “Banga min a din jî ji bo şêniyên herêmê ew e ku xwedî li projeya Neteweya Demokratîk derkevin û biparêzin, ji ber ku ev proje bi xwîna şehîdan hatiye avakirin. Em dev ji projeya xwe bernadin.”