‘Medyaya dîjîtal bandorê li ser çandên cîhanê dike’
Endama Akademiya Jineolojiyê Şervîn Nûdem li ser bandora neyînî ya teknolojiyê li ser civakê û mirovan got: “Torên înternetê û medyaya dîjîtal dibin sedem ku pergalek mêtingeh a gerdûnî ava bibe.”
RONAHÎ NÛDA
Qamişlo- Di serdema niha de teknolojî ji bo mirovan bûye jênegereke jiyanî. Di heman demê de di roja îro de civak tişta ku herî zêde dijî û bûye pirsgirêkek mezin nexweşiyên derûnî ango psîkolojîk e. Bandora teknolojiyê li ser civakê û kesayetên mirovan her diçe kûrtir dibe. Modernîteya kapîtalîst di qadên entelektuel û zîhnî de teyisandina xwe pir kûr ava kiriye. Teknolojî, bi taybetî înternet qutbûna ji civakê nîşan dide û ferdbûnê ferz dike. Teknolojî hatiye wê astê ku êdî zekaya çêkirî çêdike û ev rewş metirsiyek mezin ava dike.
Der barê teknolojiya heyî û bandora wê ya li ser ferd û civakê de, endama Akademiya Jineolojiyê, Şervîn Nûdem nirxandin kir.
‘Wateya peyva teknolojiyê huner ango karên dest e’
Şervîn Nûdem di serî de behsa wateya peyva teknolojî kir û wiha got: “Peyva teknîk bi xwe yunanî ye û tê wateya huner ango karên dest. Lojî jî tê wateya zanist, ango zanista huner û zanista karên dest. Ger em vegerin dîrokê, em ê bibînin ku teknolojiya yekem bi destên jinan hatiye pêşxistin, mînak mîna destar û teşî. Em li 104 M yên Înanayê jî mêze dikin, pir tiştên wê teknolojiyê tarîf dikin. Amûrên ku di destpêkê de bi destên jinan hatine çêkirin, ji bo xizmeta civakê ye. Her serdemek li gorî hişmendiya pêvajoyê teşeyên nû girtiye û fikir bi pêş ketine.”
‘Teknolojî jiyana mekanîk ava dike’
Şervîn Nûdem bi karanîna teknolojiyê di sedsala 19’an de wiha dinirxîne: “Têknolojiya di sedsala 19’emîn de bi endustriyalîzmê re bi pêş ketiye, bi serweriya sermayedaran, piranî bi armanca zêdekirina kedxweriyê hatiye pêşxistin. Her ku diçû teknolojî bandoreke wiha li ser jiyana mirovan dike ku mirov ji xwe û keda xwe biyanî bibe. Mirov êdî bûne mîna robotan ku weke makîne tên bikaranîn. Kar dikin lê xizmetê ji kê re dikin û sûda wan ji kê re ne ne diyar bû. Teknolojî weke şerekî li dijî mirovahiyê ye, wateya mirovbûnê ji holê radike û jiyana mekanîk ava dike.”
‘Medyaya dîjîtal bêyî ku mirov ferq bike xeterên mezin diafirîne’
Şervîn Nûdem pêşketina teknolojiyê di roja îro de wiha anî ziman: “Em niha di sedsala 21’emîn de ne, li şûna endurustyalîzma ku teknolojiyê li ser bingeha makîneyan bi kar dianî, têknolojiya dîjîtal bi pêş ketiye. Teknolojiya dîjital nazik xuyanî dike û weke makîne dengê wê nîn e. Teknolojiya niha jiyana me hemû bi bandor dike. Tiştên ku weke teknolojiya dîjîtal piştî 1950’an şûn de mîna kompîtor, înternetê dest pê kir. Gava yekem pêşketina teknolojîk di aliyê qada leşkerî de bi pêş ketiye ku armanc ew bû zêdetir îstîxbaratê kom bikin. Di pêşxistina têknolojiyê de sê qonax hene ya yekemîn tê afirandin ya duyem armanc çi ye û ya sêyem jî di nava civakê de tê belavkirin. Di aliyê teknolojiyê de tişta ku li piştperdeyê xuya dike û paşperdeya wê heye ji hev pir cuda ye bi taybetî ji bo medyaya dîjîtal. Medyaya dîjîtal bêyî ku mirov bikeve wê ferqê gelek xeteriyan bi xwe re tîne.”
‘Înternet pergalek mêtingeh a gerdûnî ava dike’
Şevîn Nûdem destnîşan kir ku teknolojî mirovan bi rê ve dibe û wiha dirêjî da gotinên xwe: “Li cîhanê ji sedî 90 mirov telefonên lems û medyaya dîjîtal bi kar tînin lê em ne di wê ferqê de ne ku tenê beşek ji wê heqîqetê tê pêşkêşkirin. Di vê demê de heqîqet her ku diçe zehmetir dibe ji ber rastî çi ye kes ne di wê ferqê de ye. Gelek kes dibêjin em înternetê bi kar tînin lê em ne di wê ferqê de ne ku înternet û teknolojî me bi kar tînin. Înternet tiştên belaş dide lê ne beleş e, der barê te de hemû agahiyan digre û kom dike. Wan agahiyan di şexs û civakê de bi rê ve dibe. Di roja îro de teknolojiya dîjîtal bandorê li ser çandên cîhanê dike. Torên înternet û medyaya dîjîtal dihêle ku pergalek mêtingeh a gerdûnî ava bibe. Gelek kes dibêje teknolojî bêalî ye lê ev yek heqîqetê îfade nake. Ji ber ew kesên ku teknolojiyê bi bi pêş dixin, zayenperestiya heyî di qada teknolojiyê de jî belav dikin. Çiqas jiyana nijadperestî di jiyana rastîn de hebe, ewqas di îneternetê de jî heye. Çiqas kedxwerî li ser rûyê erdê hebe, di înternetê de jî heye, heman tişt ji di olê de jî heye.”
‘Înternet dema me dikuje’
Şervîn Nûdem lêkolînên ku Jineolojiyê der barê teknolojî de kirine wiha dinirxîne: “Me weke Jineolojî lêkolînek di qadên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Başûrê Kurdistanê, Bakurê Kurdistan û Rojhilatê Kurdistanê de çêkir. Ne tenê nifşên ciwan, civak bi xwe jî ji sedî 90 mirov di rojê de 3 demjimêrên xwe bi telefon û înternetê derbas dikin. Ciwan jî ji sedî 80 di rojê de înternet û telefonê 5 demjimêran bi kar tînin. Heta hinek kes hene di rojê de 18 demjimêr dema xwe bi înternetê derbas dikin. Di rastî de em mêze dikin, dem ji me tê dizîn. Kesên ku dema xwe bi înternetê derbas dikin, rastî pirsgirêkên mîna bêxewî û tenêtiyê tên. Di heman demê de înternet civakîbûnê dikuje.”
‘Teknolojî aloziyê ava dike’
Şervîn Nûdem diyar kir ku bi têgîna xweşikbûnê êrîşek mezin li dijî xwebûna jinan tê kirin û wiha domand: “Jineolojiyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li ser têgîna xweşikbûnê jî lêkolînek da meşandin û em etîk û estetîkê çawa bi dest digirin kar hate meşandin. Bi têgîna xweşikbûnê re êrîşek pir mezin li ser derûniya jinan û xwebûna wan tê kirin. Gelek jin xwe dişibînin gelek hunermend ango aktorên sereke yên rêzefîlman. Sektorek nû ya modayê tê avakirin. Ger sûretê wê jinê di malperên heyî de neyê ecibandin, êrîşî xwe dike û xwe bê nirx dibîne. Hesta bênirxî û neecibandina xwe dijî, heta întiharî diçe. Ev serdem mirovan ji xwezaya wan qut dike ji hebûna wan dûr dixe. Xapandina herî mezin ew e ku medyaya dîjîtal bi navê ‘medyaya civakî’ pêşkêş dikin. Di medyaya dîjîtal de heval dibêjin, lê tu kes hev nas nake û çand û exlaqê wê/wî çi ye kes nizane ango têkilî sanal in. Îfadekirina hestan jî bi riya emojîn tê parvekirin. Ev yek di têkiliya însan û civakan de lawazî û belengazbûnê ava dike û bi xwe re di ware nirxdayîn, xwenaskirin, xwebûn û pênasekirinên de, gelek aloziyên mezin tîne.”
‘Em destûr nedin teknolojî me bi kar bîne’
Şervîn Nûdem herî dawî ji bo teknolojiyê ku divê çawa bê bikaranîn û alternatîfa li hemberî wê çi ye wiha dinirxîne: “Dema me dest bi lêkolînkirina teknolojiyê kir, di serî de me pirsa xetera teknolojiyê çi ye kir. Em bibêjin bila teknolojî bi tevahî ji jiyana me derkeve, zehmet e lê em dikarin bizanibin armanca derxistina teknolojiyê çi ye. Dema em bi kar tînin divê em bi zanîn bi kar bînin. Gere em parvekirinên li ser teknolojiyê bi zanîn û armanca parve bikin. Ji ber ku em ji bîr nekin, tiştên ku em parve bikin dikarin li hemberî me bi kar bînin. Divê em rojnivîs û hestên xwe li ser medyaya dîjîtal parve nekin. Her tişt ne înternet e divê em çanda xwendina pirtûkan bi pêş bixin. Divê em hestên analîtîk û hestiyar bikin yek. Divê em bikaranîna teknolojiyê sînordar bikin. Ji bo hevaltî û civakîbûnê divê em teknolojiyê kêm bi kar bînin. Em xwe, şêwazê jiyana xwe diyar bikin, bila înternet diyar neke. Em jiyana heqîqî biparêzin. Têkiliyên rasterast ên mirovî û civakî esas bigrin. Em nehêlin teknolojî me bi kar bîne.”