Medyaya Îranê: Mirina mejî ya Armîta Geravand pêk hat
Hat ragihandin ku Armîta Gerawend a 16 salî ya ku li Îranê di encama tundiya 'polîsên exlaqî' de ketibû komayê, mirina mejiyê wê hat ragihandin.
Navenda Nûçeyan – Medyaya dewleta Îranê ragihand ku Armîta Gerawend a Kurd ya 16 salî ku di 1’ê Cotmehê de li metroya Tehranê bi îdiaya binpêkirina cil û bergên îslamî rastî tundiya “polîsên exlaqî” hatibû, mirina mejiyê wê pêk hatiye.
Medyaya dewletê ragihand, "Tevî hewldanên personelên tenduristiyê, rewşa dawî ya tenduristiya Gerawend diyar dike ku mirina mejî hatiye piştrastkirin."