Meclisa Til Temir, êrîşên li ser Herêmên Parastina Medyayê şermezar kir
bi armanca şermezarkirina êrîşên artêşa tirk li ser Herêmên Parastina Medyayê, Meclisa navçeya Til Temirê daxuyaniyek dan.
Hesekê - Dewleta tirk ji 23'ê Nîsanê de, li dijî Herêmên Parastina Medyayê dest bi operesyoneke berfireh kiriye û taybet Zap, Metîna û Avaşîn kiriye hedefa xwe, dewam dike. Bi armanca şermezarkirina êrîşan, Meclisa navçeya Til Temirê dauxyaniyek li saziya malbatên şehîdan da. Daxuyaniya ku ji aliyê Endamê Meclisa navçeya Til Temirê Mihemed Baqî Kûtê ve hate xwendin wiha ye: "Ji dema ku dewleta tirk ava bûye û heya niha jî li dijî Gelê Kurd û tevgera azadiyê şer, komkujî û polîtîkayên qirkirinê yên pir qirêj dide meşandin. Di nav êrîşan de dewleta tirk xwestiye ku nasanmeya gel îmha bike û hikûmeta xwe li ser ava bike. Ruxmî ku gelê me her banga aşîtiyê kiriye.”
Daxuyaniyê wiha dewam kir: “Dewleta tirk hişmendiya xwe neguhert û ket pêvajoyeke jê xirabtir li dijî gelê herêmê, bi serkêşiya hikûmeta AKP'ê ku dixwaze împratoriya osmaniyan ji nû ve zindî bike. Ji dagirkirina Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî, pêkanîna komkujî û kiryarên dij mirovî li dijî gelê me her wiha êrîşên xwe li ser Başûrê Kurdistanê pêk dianîn û êrîşên wî yên li ser xwezaya Bakurê Kurdistanê, xwest ku bi van rê û rêbazan gel qir bike. Operasyona ku niha li Herêmên Parastina Medyayê jî da ye destpêkirin, wekî opersyonên berê wê bê encam be. Êrîşên ku niha dewleta tirk li ser herêmên parastina medya, li dijî kevir û xwezaya wê dike, rastî bêdengiyeke navneteweyî tê, ev yek jî dihêle ku em jê bi guman bin. Her wiha Hikûmeta Başûrê Kurdistanê û Bexda yê jî bêdengiya wan li hember axa ku qaşo di bin serweriya wan de ye nikarin ji dagirkerê dewleta tirk biparêzin. Bi hiceta ku dewleta tirk dixwaze PKK'ê tune bike, xaka Başûr dagir dike, ev yek jî şermekî pir mezin e."
"Tecrîd dûrî zagonên mirovî ye"
Mihemed di daxuyaniyê de banga rêxistinên mirovî kir û got: "Di rêya hedefgirtina Gerîlayan de, dixwazin ku hêviya gelan û taybet Gelê Kurd di azadiyê de tune bike. Em bang li tevahî hêzên demokrasî, rêxistinên mafê mirovan û gelê me yê li hundir û derve dikin ku hemû kiryarên dewleta tirk li dijî gelê me, ji raya giştî re eşkere bikin û zextekê li ser asta cîhanê ji kesên xwedî biryar e, çêbikin ku êdî dewleta tirk ev komkujî û êrîşan rawestînin. Her wiha divê ku PKK'ê jî ji lîsteya terorê derkeve, ji ber ku yên ku îro nirxê gel diparêzin ew in. Di heman wextê de jî divê ku Rêber Abdullah Ocalan jî ji zindanê derxînin, ji ber ku ev tecrîd li ser tevahî mirovahiyê ye û dûrî zagonên mirovî ye."
Daxuyanî bi dirûşma "Bijî Berxwedana Gerîla" bi dawî bû.