Meclîsa Kantona Efrînê bi meşek girseyî êrîşên ser Şengalê şermezar kir

Meclîsa Kantona Efrîn bi boneya şermezarkirina êrîşên ser Şengalê li navçeya Ehdas a Kantona Şehbayê meşek girseyî li dar xist.

Şehba - Bi pêşengtiya Meclîsa Kantona Efrîn a Bakur û Rojhialtê Sûriyeyê meşek li navçeya Ehdas a kantoan Şehbayê bi wesîleya şermezarkirina êrîşên dagirkeriya dewleta tirk li ser Şengalê, li dar xist. Di meşa bi sedan gelên Efrîn, Şehba û bijîşkên nexweşxaneya Avrîn amade bûn de wellatiyan wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan, kumkujiya Şengalê, Efrîn, alên Yekîtiya Jinên Êzîdî û pankertên bi nivîsa "Li ser şopa pekrewan Mam Zekî em ê têkoşîna xwe bilind bikin ta em bighînin azadiyê" û"Meşa rûmetê li dijî îxanet û dagirkeriyê" hildan. Meşa bi deqeyek rêzgirtinê despêkir ji destpêka navçeya Ehdas ta parka navçeyê domkir. Pişre endama Koordînasyona Kongreya Star a herêma Efrînê Ferîde Îbo axivî.
“Emê bi azdiya Şengalê re azadiya civaka Kurd mîsoger bikin”
Ferîde Îbo da zanîn ku dewleta Tirk berdewamiya komkujiyên DAIŞ’ê dike û wiha domand: "Dewleta tirk dîsa êrîşên xwe di ser Şengalê de anî û xwest komkujiyên ku DAIŞ berdewam bike û civaka Êzidî di qirkirin û tunekirinê re derbas bike. Dewleta Tirk a dagirker bi balafirên şer êrîşî sivîlên Şengalê dike, em jî van êrîşan bi tundî şermezar dikin. Bi azadiya Şengalê em ê azadiya civaka Kurd misoger bikin, di heman demê de bi fikir û felsefeya Rêber Apo emê dagirkeriyê têk bibin."
“Êrîşa li ser Şengalê êrîşa li ser me ye”
Endama meclîsa navçeya Fafîn a kantona Şehbayê Fehîme Elî jî bibîrxist ku dewleta Tirk dixwaze di meha Tebaxê de komkujiyek din li Şengalê bike û wiha pêde çu: "Em êrîşên ser Şengalê bi tundî şermezar dikin. Dewleta Tirk û çeteyên wê êrîşî Şengalê dikin û dixwazin careke din di meha Tebaxê de Şengalê di qirkirin û fermana re derbas bikin. Erdogan êrîşî nexweşxaneyên Şengalê dike, di wir de sivîl tedewiya xwe dibînin lê dîsa jî rastî hovîtiya dewleta Tirk tên. 7 sal li ser fermana Şengalê re derbas dibe. Di navbera gelê Kurd de ferq û cûdahî tune ye êrîşên li ser Şengalê êrîşên li ser me ne jî. Em piştevaniya civaka xwe ya Êzidî dikin."
Meş bi diruşmeyên "Bijî berxwedana Şengalê" dawî bû.