Meclisa Jinên Zanîngeha Rojava bi armanca sala nû ya xwendinê kombû
Meclisa Jin a Zanîngeha Rojava li bajarê Qamişlo duyemîn civîna xwe ya berfireh bi armanca nirxandin û nîqaşkirin kar û xebatên jin di zanîngehê de li darxsit.
Qamişlo - Zanîngeha Rojava di sala 2016'an de hate avakirin û têde perwerdeya bijîşkî, endezyarî, zanîst, huner û zanîstên mirovî têne dayin. Zanîngeha Rojava ji bo perwerdehiya Dibistana Wêjeya kurdî bernameyan pêşkêş dike. Meclisa Jin a Zanîngeha Rojava bi avakirina zanîngehê re vebû û têde rêxistina xweser ya hemû jinên ku di zanîngehê de cihê xwe digirin dihewîne. Meclis ji hevseroka zanîngehê, hevserok û berdevkên fakulte, peymangeh û mamoste, karmend û berdevka meclisa xwendekaran pêk tê. Armanca avakirina Meclisa Jin ew e ku di qada akedemîk de rêxistina xweser ya jinan ava bibe û li hemberî nêzîkatiyên li dijî azadiya jinê têdikoşe. Di heman demê de ev meclis xwe birêxistin dike û pergala xwe ya xweser dimeşîne. Îro li Zanîngeha Rojava ya bajarê Qamişlo - Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Meclisa Jin a Zanîngeha Rojava bi dirûşmeya "zanist bê ramana jinan nabe, bi rihê şoreşa jinê em ê zanistê pêş bixin" duyemîn civîna xwe ya berfireh li darxist û têde kar û xebatên du salan nirxandin.
"Zanista bê ramanên jinan, seqet dimîne"
Hevseroka Zanîngeha Rojava Rohan Mistefa axaftina vekirinê kir û ev tişt got: "Şoreşa hatiye avakairin, şoreşa jina ye şoreşeke bingeha xwe ji têkoşîn û berxwedana hezarê salan girtiye. Her wiha têkoşîan xwe li hember zîhniyeta baviksalarî ya her sînoran ji jinan re datîne, dide meşandin. Em di wê baweriyê de ne ku dema civak azad bibe dê jin jî azad bibe ji bo wê vîneke xurt ji aliyê jinan ve hat derxistin. Pêwîstî bi ramana jinan em zanisteke azad bipejirînin, ji ber zanista bê jin seqet dimîne."
"Ger têkoşîna jin bê zanist be, dê negihêje armanc û azadiya xwe"
Paşê li ser navê Yekîniyên Parastina Jin (YPJ) Roksan Mihemed bal kişand ser rola jin di pêşxistina zanistê de û pêwîstiya civakê bi zanista pêşketî û azad anî ziman û wiha got: "Kombûna me di vê civînê de bi saya fikirê Rêber Apo ye ku zanista jin ewqas pêş xist. Pêwîst e jin xwedî zanist be, ji ber têkoşîna bê zanist be dê neghêje armanc û azadiya xwe. Em hêvîdar in ev civîna bi biryarên girîng bê derxistin ku zêdetir destkeftî û şorşa jinan pêş bixe."
Hevseroka zanîmgeha Rojava ya herêma Kobanê Şêrîn Muslim li ser giringiya bernameyên sala nû ya xwendinê ev nirxandin kir: "Em bi hêvîne ev civîn bibe riya çareserkirina û pêşketin di kar û xebatên me de. Bi rihê şoreşa jin em ê bikaribin zanistê pêş bixin û xizmeta civakê bikin. Jin karîbû bibe sembola berxwedanê wê bikarine bibe sembola zanist û pêşketinê jî."
Xalên girîng ên nîqaşên civîna Meclisa Jin a Zanîngeha Rojava
Berdevka Xweser a zanîngeha Rojava Dicle Kulî der barê Civînê de wiha got: “Armnca me ji lidarxistina civîna Meclisa Jin ew e zanîngeha Rojava kar û xebatên çend salan binirxînin. Civîna me ya yekemîn di sala 2018’an de hat lidarxistin û encamên pir baş jê hatin derxistin. Delegyên me yên di vê civînê de beşdar bûne, hêjmara wan gihîşt 100 jin di nav de Kongreya Star, Desteya Perwerdê, Desteya Jin, Jinolojî , Şaredarî û Hêzên Parastina Jin (YPJ) ye cihê xwe girtine. Her wiha delegeyên me ji Zanîngehên herêmên din jî amade bûne. Di civînê de wê rapora meclisê were xwendin kar û xebatên du salan werin nîqaşkirin. Her wiha rêziknameya Meclisa Jinê wê were xwendin û nîqaşkirin, pêşinyar û plansazî werin dayîn û berdevkên nû werin hilbijartin. Di dwaî de jî wê logoya Meclisa Jin were pêşkêşkirin û yek ji wan wê were pejrandin. bi vî rengê dê civîn bi dawî bibe. "
Girîngiya zanista Jineolojî di zanîngehê de
Mamosteya Fakulteya Jineolojî Renda Îbrahîm der barê civînê û fermîkirina beşa Jineolojî di Zanîngehê de wiha nêrîna xwe anîziman : “Meclisa Jin girîngiya wê heye ji ber ji erka wê ye şopandina pêşketina mamosta, xwendekar û xebatkarên zanîngehê bike. Her wiha astengiyên li pêşiya wan derdikevin çareser bikin. Wekî tê zanîn zanista li derdor jin be, zanisteke rastî û saxlem e û em hêvî dikin ku gelek biryarên girîng werin derxistin û ew biryar di aliyê piratîkê de were bicihkirin. Hemû mamosteyên jin ne tenê beşê jineolojî xwe berpirsyar dibînin û dê ev zaniest bersiva hemû pirsgirêkên civakê bide.”