Meclisa Jinên Sûriyeyê li Laziqiyê panelek li dar xist

Meclisa Jinên Sûriyeyê li bajarê Laziqiyê ya Sûriyeyê panelek li dar xist. Jinên beşdarî panelê bûn anîn ziman ku ku divê rola jinan li gundan bê xurtkirin û xebatên hişyarkirina mafan bên zêdekirin.

Navenda Nûçeyan – Meclisa Jinên Sûriyê li navçeya Ras El-Basit a Laziqiyê panelek bi sernavê “Zirgirêkên li pêşiya jinan li gundewarên berava Sûriyê piştî rûxandina rejîmê” li dar xist. Komek jinên li gundan dijîn û beşên cuda yên civakê temsîl dikin beşdarî panelê bûn.

Di panelê de mijarên sereke yên wekî kêşeyên ku jinên li gundan dijîn piştî hilweşîna rejîmê li Sûriyê, derfetên di pêvajoya jinûveavakirinê de û pêşniyarên çareseriyê ji bo misogerkirina beşdariya çalak a jinan hatin nîqaşkirin.

Barê jinan girantir dibe

Jinan diyar kirin ku nebûna saziyên navneteweyî û komeleyên herêmî wan dixe nava rewşeke dijwar û bi taybet di vê serdema ku krîza aborî her ku diçe kûrtir dibe. Her wiha tekezî li ser wê yekê hat kirin ku ji ber xirabûna şert û mercên ewlehiyê atmosfera alozî û tirsê li herêmê zêdetir kiriye û ev yek jî barê li ser milê jinan girantir dike.

Di dawiya panelê de lihevkirinek hat kirin ku ji bo rola jinan li gundan aktîftir bibe panelên asayî bên lidarxistin, ji bo dengê jinan bê bihîstin komên xebatê bên avakirin û xebatên hişyarkirina hiqûqî û mafan ji bo jinên gundî bên zêdekirin.