Meclîsa Jinên Sûriyeyê li Deraa bi jinan re civiya

Meclîsa Jinên Sûriyeyê cara yekem bi jinên li bajarê Deraa ya Sûriyeyê re civiya. Jinan pirsgirêkên ku pê re rûbirû ten nîqaş kirin.

Deraa – Li bajarên cuda yên Sûriyeyê Meclîsa Jinên Sûriyeyê gelek civîn û  çalakî li darxistin. Duh jî cara yekem li bajarê Deraa ya başûrê Sûriyeyê civînek diyalogî li dar xist. Bi dehan jinên bajêr bi hemû pêkhateyên xwe beşdarî civînê bûn.

Civîn ji aliyê Endama komîteya amadekar a Meclîsa Jinên Sûriyeyê li gundewarên Şamê Rend Ebdullah ve destpêkir. Rend Ebdullah bal kişand ser rola jinan li bajarê Deraayê û beşdariya wan di şoreşa Sûriyeyê de ku ji aliyê zarok û jinên Deraayê ve hat geşkirin.

Xebatên Meclîsa Jinên Sûriyeyê hatin şirovekirin

Pergala Hundirîn a Meclîsa Jinên Sûriyeyê ji aliyê endama komîteya têkiliyên diplomasî ya meclisê Gulistan Cawîş ve hate xwendin û tê de bend û pergala xebatên komîteyên meclisê hate şirove kirin.

Her wiha berdevka Meclîsa Jinên Sûriyeyê ya bajarê Qamişlo ya herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Mona Yûsif jî zehmetî û pirsgirêkên jinan di nava krîzên aborî, siyasî û civakî de anî ziman.

Daxwazên jinên Deraayê

Di civînê de ji aliyê beşderan ve gelek nîqaş û nêrîn hatin dayîn. Di nîqaş û nêrînan de jinan bal kişandin ser girîngiya li darxistina civînên hişiyarkirinê ji jin û jinên ciwan re, bihêzkirina jinan di warê aborî de, aktîfkirina komîteyên jinên ciwan, piştevaniya zagonên ku parastina mafên jinan dikin û destek û piştevaniyê bidin jinên ku ji girtîgehan rizgar bûne.

Di dawiya civînê de jinên Deraayê daxwaz kirin ku Meclîsa Jinên Sûriyeyê ofîsek xwe li bajêr veke û civînên hişiyarkirina jinan bên zêdekirin.