Meclîsa Jinên Ereb ya Şengalê dest bi çalakiya rûniştinê kirin

Meclîsa Jinên Ereb ya Şengalê, ji bo şermezar kirina komploya navnetewî ya 15’ê Sibatê û misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Gelê Kurd Abdulah Ocalan, çalakiya rûniştinê dest pê kirin.

Şengal- Meclîsa Jinên Ereb ya Şengalê, ji bo şermezar kirina komploya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêber Gelê Kurd Abdulah Ocalan û misogerkirina azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiya rûniştinê dest pê kirin. Çalakiya rûniştinê wê 2 rojan berdewam bike.

Daxuyaniya çalakiyê ji aliyê endama Meclîsa Jinên Ereb Kerîme Berhew ve hate dayin. Çalakî bi xwendina dahûrandinên Rêber Gelê Kurd Abdulah Ocalan, temaşe kirina sinevizyon û serdana gelê herêmê wê 2 rojan berdewam bike.

‘Em ê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo heta dawiyê têbikoşin’

Kerîme Berhew a ku tevlî çalakiyê bûye da zanîn ku komplo di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan de li ser hemû mirovahiyê ye û wiha got: “Weke Meclîsa Jinên Ereb em îro ji bo şermezar kirina komploya navnetewî ya 15’ê Sibatê dest bi çalakiya rûniştinê dikin. Em komploya li dijî Rêber Apo şermezar dikin. Wê çalakiya me 2 rojan berdewam bike û di roja sêyemîn de em ê tevlî meşa şermezar kirina 15’ê Sibatê bibin. Em bang li hemû gelan û bi taybet li hemû jinan dikin ku tevlî meşê bibin. Komploya 15’ê Sibatê ji bo hemû welatan û cîhanê bû roja reş. Ji bo me jinên Ereb jî rojek reş e. Em ê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo heta dawiyê têbikoşin. Bê serok jiyan nabe.”

‘Rêber Apo rêya rast nîşanî hemû kesan kir’

Endama Meclîsa gel ya Herêma Ereban ya Şengalê Zehra Ehmed jî, da zanîn ku bi dîl girtina Rêber Gelê Kurd Abdulah Ocalan re hemû jin hatine hedef girtin û wiha got: “Em serbilindin ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo tekoşîn dikin û çalakiyan pêktînin. Çalakiya me ji bo şermezar kirina komplo û misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye. Rêbertiya me azadiya me diyarî me kir. Em bang li hemû mirovahiyê û dewletên Ereb dikin ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dengê xwe bilind dikin û erkên xwe bi cîh bînin. Ji ber ku Rêber Apo rêya rast nîşanî hemû kesan kir.”

‘Em wekî jin, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdulah Ocalan tekoşîn bikin’

Zehra Ehmed, di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Em ê heta nefes û kêliya dawî bi Rêberê xwe re bijîn û tekoşîn bikin. Parastin û pêşketinên ku di herêmê de çêbûn bi saya fikirê Rêber Abdulah Ocalan e. Em wekî jin, civaka Ereb, Êzîdî û hemû kesên azadîxwaz ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdulah Ocalan tekoşîn bikin.”

‘Rêber Apo fikir, raman û jiyana me ye’

Endama Meclîsa Jinên Ereb ya herêma Ereban Emel Ferhan, da zanîn pêşeroja xwe di azadiya fîzîkî ya Rêber Gelê Kurd Abdulah Ocalan de dibînin û wiha got: “Em komploya 15’ê Sibatê şermezar dikin û li ser vî esasî em li hev kom bûne. Em doza azadiya Rêber Abdulah Ocalan dikin. Di esasê xwe de Rêber Abdulah Ocalan di fikir û ramanê xwe de azad e. Lê belê ji bo azadiya fîzîkî jî çi ji destê me bê em ê bikin, ev erkê me ye. Di serdema me ya niha de ew e pêşengê me, fikir, raman û jiyana me. Rêber Abdulah Ocalan pêşeroja me ye. Em bang li hemû netewan û bi taybet Ereb û Êzidî dikin ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo têbikoşîn.”