Meclisa Jinan a PYD li Holê semînerek li dar xist

Meclisa Jinan a PYD`ê têkildarî astengiyên li pêşiya jinan derdikevin û rêbazên derbaskirina wan, semînerek li dar xist.

Navenda Nûçeyan- Meclisa Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) semînerek li hola civînan a li bajarê Holê li dar xist.  Bi dehan jin ji Holê tev li semînerê bûn ku ji aliyê berdevka Meclisa Jinan Şîrîn Oso ve hate birêvebirin. Şîrîn Oso behsa pirsgirêk û astengiyên li pêşiya jinan kir û diyar kir ku gelek alî hewl didin bi rêya şerê taybet destkeftiyên jinan tune bikin.

‘Jinan di şoreşa Rojava de fedakariyên mezin kirin’

Şîrîn Oso  destnîşan kir ku dema jin xwe bispêrin vîna xwe û xwe bi rêxistin û perwerde bikin, dê pisgirêkan ji holê rakin û wek delîl rola wan di projeya Rêveberiya Xweser de bi bîr xist.

Şîrîn Oso wiha pê de çû: "Di şoreşên berê de jî jinan rol lîst lê sînordar bû. Ji ber ku birêxistinkirin jî kêm bû. Jinan şoreşa Rojava bi rê ve bir û di oxira bidestxistina destkeftiyan de fedakariyên mezin kirin, heta gihaştin wê astê ku şoreş wek `şoreşa jinan` bê naskirin."

Şîrîn Oso got divê jin destkeftiyên xwe biparêzin, birêxistinkirina xwe xurttir bikin û pirsgirêkên xwe gotûbêj bikin û çareser bikin.

Beşdaran jî diyar kir ku ji bo çareserkirina pirsgirêkan, divê hişmeniya malbatê were pêşxistin, peywendiya di navbera dê û bav û zarokan de zêde bibe.