Meclisa Jinan a PYD'ê komxebatek lidarxist

Meclisa Jinan a PYD`ê li Qamişlo komxebatek bi sernavê “Di têgîna felsefeya Jin, Jiyan, Azadî de” lidarxist. Jinên ku beşdarî komxebatê bûn peyama xwedî derketina felsefeya “Jin, Jiyan, Azadî dan.

Navenda Nûçeyan-Meclisa Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) di çarçoveya qonaxa 4'emîn an pêngavê de, ku bi dirûşma “Na ji kuştina jinan re, Jin, Jiyan, Azadî” destpêkiriye, komxebatek bi sernavê “Di têgîna felsefeya jin, jiyan, azadî de” li hola navenda giştî ya PYD`ê ya bajarê Qamişlo li dar xist. Di komxebatê de rewşenbîr û nivîskar, endamên Kongra Star û Meclisa Jinan a PYD`ê yên li bajarê Qamişloyê amade bûn. Komxebat ji aliyê Endama Akademiya Jineolojiyê Sosin Yûsif ve hat birêvebirin. 

 Felsefe Jin, Jiyan, Azadî divê  ji aliyê jinan ve baş bê analîzkirin

Axaftina Sosin Yûsif wiha ye: "'Jin, jiyan, azadî' hevkêşeyeke sihrî ye, bi zihniyeta desthildarî her sê têgîn ji hev hatin veqetandin, lewra her sê jî bê wate tê jiyîn, ev felsefe ji milê jinan ve divê baş bê fêmkirin û analîzkirin. Jin ji jiyanê. Jiyan jî mê ye hemû têgînên ji xwezayê mê ne. Azadî jî vedigere dayikê, fikra hevkariyê di komînaliyê de ye, di têgîna Amargî de jî hatiye wateya rêveberiya dayikê. Ev tê wateya ku xweza bi jinan hatiye naskirin, xwedawendî jî mînaka vê yekê ye.

Rêber Abdullah Ocalan ê ku ji aliyê wî ve ev dirûşme hatiye pêşkêşkirin. Ev dirûşm di 8`ê Adara 2013`yan de daye û niha bûye cîhanî, dema ew bi xwe got Kurdistan mêtingeh e. Ev sedsal a şoreşa jinan e, divê jin pê re dîroka xwe nas bikin. Mînaka wê jî Jîna Emînî ye ku da isbatkirin pergala heyî rê nade jin azad bibe. Hewil dide bi hedefgirtina jinên pêşeng rê li ber azadiya jinan bigire û bi azadiya jinan dê pergala wan hilweşe.

Bi artêşbûna jinan di sala 1993`yan de, jinên pêşeng yên di nava Tevgera Azadiyê de bi fikra Rêber Abdullah Ocalan bûn xwedî mîrateyekê, niha jî bi fedekarî û berxwedanê serkeftinê misoger dikin."

‘Emê şoreşa jinê biparêzin’

Piştî axaftina Sosin Yûsif sînevîzyonek li ser dirûşma “Jin, jiyan, azadî” hat pêşandan. Piştre beşdaran jî destnîşan kirin ku felsefeya “Jin, jiyan, azadî” li gel wan destkeftiyeke girîng e, ew ê bi wê xwe ji fikr û zihniyeta baviksalariyê rizgar bikin û şoreşa jinan a Rojava jî biparêzin.

Her wiha dan zanîn ku divê ew “Jin, jiyan, azadî” bi wateya wê ya rast bigirin û bi têkoşînê naveroka wê dagirin. Lewra divê jin bêhtir ji zayenda xwe hez bikin, guhertina ku niha ber bi azadiyê ve tê kirin, bidomînin.

Jinan komxebat bi dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” û “Bijî Serok Apo” bi dawî kir.