Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê konferansa 2'yemîn li dar xist

Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê bi dirûşma "Têkoşîna me şoreşa jinan û avakirina Sûriya demokratîk e" Konferansa xwe ya 2'yemîn li dar xist.

Navenda Nûçeyan- Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê li ser dika Şehîd Musena Ebdulkerîm a Navenda Çand û Hunerê ya Tebqayê konferansa xwe ya 2ʹyemîn li dar xist. Di konferansê de bi sedan nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, deste û meclisên wê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn - Jin, endamên Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya kantonê û endamên Meclisa Jinan a Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê beşdar bûn.

Di serî de berdevka Meclisa Jinan a partiyê ya Tebqayê Nadye Mihemed rola partiyê di rêxistinkirina jinan û yekkirina nasnameya wan de anî ser ziman û got: "Rêxistinkirina jinan em gihandin asta beşdariya di hemû qadên leşkerî, civakî, aborî û siyasî. Em bi vî awayî hewl didin rola xwe di Sûriyeya pêşerojê de bilîzin, edaleta civakî û wekheviyê pêk bînin. Bi yekitiya xwe û şopandina rêya şehîdan em ê armancên xwe bi dest bixin."

Endama Meclisa Giştî ya partiyê Fatme El Salih perspektîfên siyasî û rêxistinî yên Meclisa Jinan a partiyê xwendin.

Di perspektîvan de hat destnîşankirin ku piştî 4 salan ji damezirandina Meclisa Jinan a Giştî, jinan xwe di meclisan de bi rêxistin kir û roleke girîng di şer de lîstin. Her wiha wan nirxên meclisê û makanîzmaya wê bi rêya koordîne, perwerde û têkiliyê da rûniştandin û rêxistineke xurttir bi dest xist.

Her wiha soza şopandina rêya şehîdan di serî de soza şopandina sekretera giştî ya partitê şehîd Hevrîn Xelef û domandina peyama wan a siyasî hat nûkirin.

Piştre rapora rewşa rêxistinî hat xwendin û nîqaşkirin, her wiha rêbazên pêşxistina rewşa siyasî ya jinan hatin nîqaşkirin.

Dûre 17 endamên Meclisa Jinan a partiyê hatin hilbijartin, ji wan berdevka meclisê Muna El Dalî û cîgira wê Hind El Ebûd hatin diyarkirin.

Di dawiya konferansê de encamnameyek hat dayîn. Di encamnameyê de girîngî ji bo zêdekirina perwerdeyên siyasî ji bo jinan, zêdekirina atolyeyan, zêdekirina civînên girseyî li gorî geşedanên siyasî û pêşxistina rola jinan di nav partiyên siyasî de nexasim Partiya Sûriya Pêşeroj, hat dayîn.