Meclisa Jinan a Partiya Çep a Kesk: Dîsa jin, dîsa jiyan

Meclisa Jinan a Partiya Çep a Kesk ji bo hilbijartina 14’ê Gulanê bi dirûşmên “Dîsa jin, dîsa jiyan” û “Em li vir in, dê bi jinan re biguherînin” starta xebatên hilbijartinê da.

Enqere - Meclisa Jinan a Partiya Çep a Kesk dê Beyannameya Jinan a têkildarî hilbijartinên 14’ê Gulanê îro li hotêleke Enqereyê bi çalakiyekê îro ragihîne.

Dirûşma hilbijartinê ya Meclisa Jinan a Partiya Çep a Kesk a bi kurdî “Dîsa jin, dîsa jiyan” û ya bi tirkî jî weke “Em li vir in, em ê bi jinan re biguherînin (Buradayız, kadınlarla değiştireceğiz)” hate destnîşankirin. Her wiha li salona ku daxuyanî were dayîn alên bi nivîsên “Em ji bo Peymana Stenbolê li vê der ne, dê bi jinan re biguherînin”, “Ne qeyûm, ne talan, dîsa jin, dîsa jiyan”, “Em ji bo jiyana nû li vir in, em ê bi jinên ciwan re biguherînin”, “Ji bo aştiyê dîsa jin, dîsa jiyan”, “Ji bo azadiya jinan dîsa em”, “Em li dijî rejîma qeyûm li vir in, dê bi jinan re biguherînin”, “Em li virin, dê bi pergala hevserokatiyê biguherînin” û “Em ji bo civaka ekolojîk li vir in, dê bi jinan re biguherînin” hatibûn hilawistin. Nivîsa “Hûn bi xêr hatin” a bi zaravayên kurdî yên kurmancî û kirmanckî û bi zimanên tirkî, erebî, ermenî, lazî, inglîzî û suryanî li ser ekrana LED’ê hate nîşandan.

Hevberdevka Partiya Çep a Kesk Çîgdem Kiliçgun Uçar û Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan wê axaftina vekirina bernameyê bikin. Beyannameya Hilbijartinê ya bi tirkî dê ji hêla Berdevka Meclisa Jinan a Partiya Çep a Kesk Canan Çalagan û ya bi kurdî jî ji hêla Berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran ve were xwendin. Piştî daxuyaniyê jî wê stranên hilbijartinê yên bi kurdî û tirkî bên nasandin.