Meclisa Jinan a Kongreya Îslama Demokratîk bi jinan re civiya
Endamên Meclisa Jinan a Kongreya Îslama Demokratîk civînek ji tevgerên jinan ên li Reqayê re li dar xist.
Reqa – Meclisa Jinan a Kongreya Îslama Demokratîk li hola Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya li Reqayê civînek li dar xist. Endamên Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya a Reqayê, rêxistin û tevgerên jinan ên kantona Reqayê tev li civînê bûn.
Di civînê de endama Kongreya Îslama Demokratîk Betûl Hemzawî biryarên konferansa yekemîn a Meclisa Jinan a Kongreya Îslama Demokratîk ku 22`yê Kanûna borî li dar ketibû, xwendin. Hemzawî Betûl bal kişand ser êrişên li dijî ol û baweriyan, felsefe, nirx, muzîk, helbest û wêjeyê û got: "Ne tesadufî ne lê belê bi qestî ne ku armanca wan kuştina hesta mirovî ye." Hemzawî Betûl îşaret bi rola Meclisa Jinan di kongreyê de kir û destnîşan kir ku biryarên konferansê dê pêşketineke fikrî di civakê de çêkin.
Paşê Koordînasyona Meclisa Jinan a Kongreya Îslama Demokratîk rêziknameya meclisê xwend û diyar kir ku meclis li ser bingeha edaleta civakî, wekheviya di navbera her du zayendan de hewl dide jin rola xwe ya çalak û rastîn di ola îslamê de bilîzin.