Meclîsa Jinan a HEDEP'ê starta 25'ê Mijdarê li ber Girtîgeha Sîncanê da
Meclîsa Jinan a HEDEP'ê starta 25'ê Mijdarê li ber Kampusa Girtîgeha Sîncanê da. Berdevka Meclisa Jinan a HEDEP'ê Halîde Turkoglû, wiha got: “Em vê 25'ê Mijdarê bang li jinan dikin ku piştevaniyê mezin bikin."
Navenda Nûçeyan- Meclisa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (HEDEP), starta 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Cîhanê bi dirûşma "Em jê nagerin, em li her derê ne" li ber Kampusa Girtîgeha Sîncanê da. Di daxuyaniya li ber girtîgehê hat kirin de, pankarta "Em jê nagerin em li Herderê ne" hat vekirin û dovîzên "Em dev ji bernadin" hatin hilgirtin. Parlamenterên HEDEP'ê, HEDEP'ê yên Enqere û Konyayê beşdarî daxuyaniyê bûn.
‘Bi destê darazê tundiya mêr-dewletê bû sîstematîk’
Berdevka Meclisa Jinan Halîde Turkoglu ya daxuyanî xwend, diyar kir ku ew di çarçoveya çalakiyên 25'ê Mijdarê de hatine Girtîgeha Sîncanê û got ku sedema hatina wan ew e ku balê bikşînin ser Doza Kobanê ya ku girtiyên jin ên siyasî lê tên darizandin û çawa li dijî têkoşîna azadiya jinê êrîş pêk tê. Halîde Turkoglu got: “Tundî amûreke ku ji aliyê desthilatdariya mêr ve tê bikaranîn e. Tundiya darazê jî wek rastiya vî welatî li pêş me ye. Hemû dozên ku îro li Sîncanê tên lidarxistin êrîşên li dijî têkoşîna azadiya jinê ne. Ji ber ku yên li vî welatî têkoşîna azadiya jinê dimeşînin, yên ku ji têkoşîna wekheviyê bawer dikin û yên ku dixwazin jiyaneke alternatîf biafrînin, serî netewandine û wê serî netewînin. Daxwazên girtiyên siyasî yên jin jî daxwazên me ne. Têkoşîna azadiyê ya ku îro diparêzin, têkoşîna ku em hemû ji bo jiyana jinan diparêzin e. Di vê roja ku em weke 25'ê Mijdarê bibîr tînin de, jin wê dakevin qadan, tundiya mêr-dewletê derxin holê û ji bo daxwaz û gotinên wan li hemû cîhanê deng vede, hewl bidin. "Em dixwazin li vir nîşan bidin ku îro bi rêya darazê tundiya mêr-dewletê çiqasî sîstematîk bûye."
‘Jin li dijî faşîzm, nîjadperestî û cudakariyê têdikoşin û dadikevin qadan’
Halîde Turkoglu, bi bîr xist ku 25'ê Mijdarê di heman demê de roja têkoşîna li dijî tundiya dewleta mêr e ku di salên 1960'î de li Komara Domînîk a li ser jinan ji aliyê dîktatoriya Trujillo ve hatiye kirin û got, "Hêzên mîlîtarîst ên dîktatoriya Trujillo çi anîn serê xuşkên Mîrabal? Li dijî jinan tundî pêk anîn û di pêvajoya darazê de jî ji bo ku bibin qurbanê kuştineke kiryar nediyar hewl dan. Jin piştî 63 salan her roj li kolanan tundiya mêr-dewletê eşkere dikin û şermezar dikin. Jin li hemû cîhanê di 25'ê Mijdarê de di şexsê Xwişkên Mîrabal de li dijî faşîzm, nîjadperestî, neteweperestî û cudakariyê têdikoşin û dadikevin qadan."
'Şêweyê rêveberiya 22 salan herî zêde bandor li jiyana jinan kir'
Halîde Turkoglu, destnîşan kir ku hikûmet ji aliyekî ve êrîşî têkoşîna azadiya jinê dike, li aliyê din jî bi rêya 'jina maqûl' a îtaetkar dixwaze siyasetê bimeşîne û wiha got: "Mixabin ev polîtîka vediguhere şêwazeke polîtîkaya tundiyê. Ev polîtîka wisa ye ku mirov dikare bibêje ku îro di hemû saziyên hikûmetê de bi cudakariyê re meşandin. Çawa ku jin li çar aliyê cîhanê di şexsê Xwişkên Mîrabal ên li Komara Domînîk têdikoşin û şîdeta dewleta mêr teşîr dikin, her wiha li dijî zîhniyeta desthilatdariya mêr a cudaxwaz a desthilatdaran teşhîrkirina hemû saziyan didomînin. Çima em vê dibêjin, tenê şêwaza rêveberiya AKP-MHP'ê ya zêdeyî 22 salan herî zêde bandor li jiyana me jinan kiriye. Ji ber ku zayendperestî xiste navenda hemû saziyan û destkeftiyên jinan di her alî de desteser kir. Ev veguherî desteserkirineke wisa ku di heman demê de veguherî rejîmeke rêveberiyê ya li ser bingeha zayendperestiyê.”
Halîde Turkoglu wiha dewam kir:
“Vê pergalê aniye asteke wisa ku her roj nêzî 4 jin tên qetilkirin û bi polîtîkayên bêcezakirinê roj bi roj ev komkujî zêde dibin. Ji aliyekê ve mêr şîdetê rewa dibînin û kuştina jinan mafdar dibînin, lê saziyên dewletê bi polîtîkayên xwe yên bêcezakirinê ji qetilkirina zêdetir jinan berpirsyar in. Hikûmeta AKP û MHP’ê ne di pêvajoyên xwe yên darazê û ne jî di sazî û dezgehên xwe de nabêje ‘em cihêkariyê li jinan dikin’. Ji bo wan jinên ku dikarin bên terorîzekirin û biçûkxistin hene û di heman demê de ji bo wan 'jinên maqûl' hene. Pergaleke ku li hemberî jinan cihêkariyê dike ava kirin. Rêhevalên me yên jin ên li Girtîgeha Sîncanê jinên ku têkoşîna azadiya jinê dimeşînin in. Yên ku dibêjin bila qetlîam neyên kirin, yên ku daxwaza jiyaneke wekhev dikin, yên ku siyasetê dikin bi pirsa 'emê çawa vê pêk bînin' tên darizandin û girtin.
‘Em ji bo jiyanek wekhev û azad dimeşin û hewl didin dengê xwe bilind bikin’
Bi salan e li Tirkiye, Kurdistan û gelek deverên cîhanê jin dadikevin qadan, ji bo jiyanek wekhev û azad dimeşin û hewl didin dengê xwe bilind bikin. Belê, em hewl didin sîstemekê pêk bînin. Ev pergala me bi awayekî ku destekê dide azadiya jinê tê pêşxistin, lê îro desthilatdariya AKP-MHP’ê ji bo ku siyaseta xwe ya maqûl pêk bîne çi dike? Dijiminantiya jinê pêşve dixe. Dijminantiya Kurdan, dijminatiya karkeran û dijminatiya xwezayê dike. Dema ku em dibêjin em bi jiyana xwe bedelê didin em behsa van polîtîkayan dikin.
‘Jin di aştiyê de israr dikin’
Îro yekane polîtîkayên şer ên vî welatî li gel tundiya li ser jinê sîstematîk bûne. Îsrara di aştiyê de bedela wê jin bi jiyana xwe didin. Em jin her ku diçe xizantir dibin, em hewl didin xwe bi birçîbûnê terbiye bikin. Ji sofreya me tê dizîn. Em hatine asta ku em parçeyek nan jî bikin teyfika zarokên xwe. Bedela polîtîkayên şer jin didin. Ji ber butçeya ku ji şer re tê veqetandin, jin nikarin bibin xwedî bûdçeyek wekhev, nikarin bibin xwedî maf, nikarin beşdarî jiyana civakî bibin, di têkoşîna azadî û wekheviyê de rastî pêvajoyên darazê tên. Mixabin ev pirsgirêk ji israra vê desthilatdariyê ya li ser polîtîkayên şer ku dibêje 'Ez ê li ser esasê şer çareser bikim' tê. Jin di aştiyê de israr dikin. Ne tenê li welatê me, li hemû cîhanê jî wisa ye. Jin ji ber ku dizanin di şer de jiyana xwe ji dest didin, her ku dakevin qadan di parastina aştiyê de israr dikin. Ji ber ku em dizanin dema aştî were vî welatî em jin di têkoşîna xwe ya maf û wekheviyê de rastî polîtîkayên mîlîtarîst nayên. Ji ber vê yekê îro li Tirkiye û Kurdistanê gelek jin bi taybetî Dayikên Aştiyê û Dayikên Şemiyê ji bo aştiyê li dijî şer têdikoşin.
Meşa Azadiyê
Duh û rojek berê me xwest ji bo têkoşîna aştiyê bi taybetî ji bo jinan li Amed û gelek deverên din ên Tirkiye û Kurdistanê ber bi Gemlîkê ve bimeşin. Di meşa ber bi Gemlîkê ve me xwest em polîtîkayên tecrîdê yên li vî welatî teşhîr bikin. Ji ber ku bêhiqûqiyek heye û ev bêhiqûqî ji israra şer tê. Dema me ev meş kir, me hin çavdêrî kirin. Ez dixwazim bi we re parve bikim. Di dema meşê de em jî bi hin polîtîkayên şîdetê re rû bi rû man. Jinên aştiyê dixwazin û jinên çareseriyê dixwazin dema li dijî tecrîdê têdikoşiyan û ber bi Girtîgeha Îmraliyê ve dimeşiyan rastî cudakarî û tundiya polîs û hêzên hiqûqê hatin. Gelek wekîlên me hatin astengkirin û ji bo astengkirina wan hewl hat dayîn. Polîsek jî got: Belê hûn dikarin bibin parlamenter, lê ji kîjan partiyê? Em xwedî heman statû û mafên xwe ne, lê sîstemek hatiye avakirin ku derbaskirina rê jî divê li gorî kîjan partiyê be. Ev ne ji van polîtîkayên zextê yên hikûmeta AKP-MHP’ê serbixwe ye, ev jî nîşan dide ku; Cudakarî li vî welatî bûye şêwazekî polîtîkaya AKP û MHP'ê. Wezareta Edaletê xwest meş pêk neyê. Ji ber çi? Ji ber ku dizane sûc kiriye.
‘Em nirx û têkoşîna hevalên xwe diparêzin biparêzin’
Naxwazin yên li vî welatî sûc dikin bên eşkerekirin û yên herî zêde jî astengiyan dikin ew in. Ev tê wê wateyê ku hûn kiryarek neqanûnî dikin û hûn naxwazin ku ew eşkere bibe, hûn naxwazin raya giştî jê agahdar bibe. Herî dawî gihandina nûçeya “Li Enqereyê keçeke êzidî ji aliyê DAIŞ’ê ve hat binçavkirin” hate astengkirin. Kê ev anî? Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî. Ev hemû nîşanî me dide ku ji wezaret heta sazî her kes di nava hevkariyê de ye û hewl dide rastiyê veşêre. Di serî de jin em ê rastiyan eşkere bikin. Em têkoşîn û heqîqeta jinan li her derê ne û em ê li her derê dest ji têkoşînê bernedin. Dibe ku bi her cure polîtîkayên zext û tundiyê dixwazin têkoşîna me ya azadî û wekheviyê asteng bikin û jiyaneke tarî ava bikin. Lê em hemû hêza xwe ji têkoşîn û jinên têkoşer digirin. Em hêza xwe ji jinên ku li vê cîhanê dest ji têkoşîna xwe bernadin, di şexsê Xwişkên Mîrabal de digirin. Em bi jinên li Kampusa Girtîgeha Sîncanê tên darizandin re li ber xwe didin. Ji ber ku li dijî tarîtiya DAIŞ’ê dest ji parastina jiyana wekhev û azad bernedan. Weke Meclîsa Jinê ya HEDEP'ê em ê nirx û têkoşîna hevalên xwe diparêzin biparêzin.
‘Em ê bi têkoşîna xwe van mafan biparêzin’
Em dikevin hefteya 25’ê Mijdarê em ê li gelek deverên Tirkiyeyê dakevin qadan û daxwazên xwe biqîrin. Ev mafê me yê herî bingehîn ê demokratîk e. Dibe ku hikûmet her cure polîtîkayên zext û tundiyê bimeşîne, daraz di destê wê de be, hiqûq li gorî wê were dîzaynkirin, sazî û burokrasiya wê bi yekdestdariya mêr li kêleka AKP û MHP’ê cih bigire, lê em jin tu carî dev ji têkoşîna jiyaneke wekhev û azad bernadin. Ji desthilatdariya ku êrişî hemû têkoşîn, destkeftiyên me, Peymana Stenbolê û pergala hevserokatiyê dike re tiştekî em bêjin. Ev destkeftiyên me ne û wekhevî mafê me ye. Ev ne tiştek e ku we daye me da ku hûn wê paşde bistînin. Me bi têkoşîna xwe ev yek bi dest xist û em ê bi têkoşîna xwe van mafan biparêzin.
‘Em tu carî dest ji kolan û qadan bernadin’
Ger hikûmet bi polîtîkaya şer xwe bi hêz dike, em ê bi parastina aştiyê zêdetir li hemberî vê hikûmetê bi ser kevin. Em di têkoşîna aştiyê de di avakirina aştiyê de bi biryar û bi israr in. Em ê her roj li salonên edaletê û li kolanan daxwaza edaletê ya rasteqîn bînin ziman. Em ê tu carî dest ji mafê xwe yê edaletê bernedin. Em ê têkoşîna xwe bi daketina kolanan li tevahiya Tirkiyeyê bi rêxistin bikin. Weke Meclîsa Jinan a HEDEP’ê em ê li dijî her cure neheqî û newekheviyê li cem her kesî bin. Em ê dev ji berxwedana Dayikên Şemiyê û Dayikên Aştiyê bernedin. Em dest ji piştgiriya jinên kedkar ên keda wan tê îstismarkirin bernadin. Em dev ji sekna Gultan Kişanak, Fîgen Yuksekdag, Sebahat Tuncel û siyasetmedarên jin ên girtî ku bi tevna siyaseta jinê gelek destkeftî bi dest xistine, bernadin. Em tu carî dest ji piştgiriya jinên ku li hemberî her cure desteserkirina mafan nobeda edaletê diparêzin, bernadin. Em tu carî dest ji piştgiriya têkoşîna femînîst a rêxistinên jinan ên ku li dijî şîdeta mêran têdikoşin bernadin. Em tu carî dest ji şev, kolan û qadan bernadin. Em bi minasebeta 25'ê Mijdarê bang li jinan dikin ku piştevaniyê mezin bikin."