Meclîsa Jinan a DEM Partiyê ji bo Pexşan Ezîzî daxuyanî da

Meclîsa Jinan a DEM’ê li dijî erêkirina cezayê darvekirinê ya ji bo Pexşan Ezîzî daxuyaniyek da û got: “Em bi hev re serhildana xwe bilind bikin. Divê demildest cezayê darvekirinê bê rakirin û Pexşan Ezîzî azad bibe.”

Navenda Nûçeyan- Meclisa Jinan a DEM Partiyê li dijî erêkirina cezayê darvekirinê ya ji bo Pexşan Ezîzî ku li Girtîgeha Êvîn a Tehranê girtî ye, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniya ku li ser platforma medyaya dîjîtal X hat dayîn de, ji jinan hat xwestin ku li dijî erêkirina cezayê darvekirinê derkevin. 

Di daxuyaniyê de ev daxuyanî hatin dayîn: 

“Erêkirina cezayê darvekirinê ya ji bo siyasetmedara jin a Kurd Pexşan Ezîzî ku li Girtîgeha Evîn a Tehranê girtî ye, nîşaneya mêtingeriya rejîma Mele ya faşîst e. Pexşan Ezîzî ji ber ku parastina nasnameya jinê û nasnameya Kurdewarî kir û ji ber ku rojnamegerek li ser rastiyên li dijî zilmê rawestiya û ev yek ji hemû cîhanê re ragihand, bû hedefa rejîma faşîst. Em ê li dijî êrîşên li dijî jinan li ku derê cîhanê rû bidin bêdeng nemînin. 

Banga me ji hemû jinan re ev e! Werin em bi hev re li dijî erêkirina cezayê darvekirinê ku ji bo Pexşan Ezîzî hatiye dayîn, dengê xwe bilind bikin û serî hildin. Divê demildest hukmê îdamê bê betalkirin û Pexşan Ezîzî azad bibe.”