Meclisa Jinan a DBP: Em ê siyaseta jiyan û aştiyê bidomînin

Meclisa Jinan a DBP’ê di danezana encama civîna xwe ya di 4’ê Gulanê de got: “Ji bo tecrîd bi dawî bibe, pirsgirêka Kurd bi çareser bibe û azadiya fizîkî ya birêz Ocalan ku muxatabê esasî yê çareseriyê ye, em ê siyaseta xwe ya jiyan û aştiyê bidomînin.”

Navenda Nûçeyan- Meclisa Jinan a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) têkildarî encamên hilbijartinên Rêveberiyên Herêmî yên 31’ê Adarê, di 4’ê Gulanê de civîn li dar xistibû. Civîna ku tevahiya rojê berdewam kir, encamên hilbijartinê, geşedanên piştre qewimîn, êrişên li dijî destkeftiyên jinan û xeta têkoşînê hatibûn nîqaşkirin. Meclisa Jinan a DBP’ê danezana encama civînê bi sernavê “Li dijî êrişên li ser destkeftiyên jinan û têkoşîna birêxistinkirî, em ê bi dirûşma jin, jiyan, azadî li her derê bin” parve kir.

‘Daxwaza jiyana nû ya demokratîk qezenc kir’

Di danezanê de hat gotin ku pêvajoyeke girîng li pey xwe hiştine û wiha hat gotin: “Di hilbijartinê de Tifaqa Cumhur tevahiya hêza dewletê seferber kir û encamên derketin holê, ji bo têkoşîna wekhevî, azadî û demokrasiyê qonaxeke nû û xurt derxist holê. Desthilata AKP-MHP’ê ku gelê kurd, destkeftiyên jinan û têkoşîna wan hedef digire, xwest bi vê hêzî civakê bifetisîne lê herî zêde bi saya berxwedana di van qadan de di hilbijartinê de winda kir. Li hemberî desthilata ku xwest bi rêya hilbijêrên qeyûm îradeya gelê kurd xesp bike û bi tifaqên dijminatiyê li kurdan û jinan dikin re ji xwe re qadê veke, daxwaza guherînê ya civakê û daxwaza jiyaneke nû ya demokratîk bi ser ket.” 

 ‘Polîtîkayên înkar û pişaftinê îflas kirin’

Di berdewamiya danazanê de hat gotin ku di mijarên siyasî û aborî yên cîhan û Rojhilata Navîn de lêgerînên nû derketine pêş û dê korîdorên enerjiyê yên heyî diyarker bin û wiha hate gotin: “Di pêvajoyeke ku şer û tundî tekane vebijêrk tê nîşandan de hewcehî bi dengekî xurt û têkoşîneke xurt a li dijî şer heye. Îktîdara ku demekî kin piştî têkçûna di hilbijartinan de ji bo şerê li derveyî sînor çû serdana Bexda û Hewlêrê, parçeyeke van polîtîkayên israra di şer de ye. Rejîma tecrîdê ku li şûna çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd hatiye tercîhkirin, berdewamiya vê polîtîkayê ye. Lê weke ku di demên berê de jî hatiye tecrubekirin, yên di polîtîkayên şer de israr kirin winda kirine. Ji ber polîtîkayên şer li welêt xizaniyeke mezin çêbû, dijberiya di nava civakê de zêde bû û derhiqûqî roj bi roj zêdetir dibin. Polîtîkayên înkar û pişaftinê îflas kirine û ya ku bi desthilatê daye windakirin jî ev polîtîkaye ne.

‘Bi felsefeya Jin Jiyan Azadî jin bûn rêveberên pêvajoyê’

Di çarçoveya polîtîkayên şerê taybet de li Kurdistanê têkoşîna birêxistinkirî ya jin û ciwanan dike hedef hat meşandin, tundiya bi unîforma, polîtîkaya necezakirinê û amûrên şerê taybet ên weke tiryakê hatin bikaranîn. Di demeke nêz de tacîz, destdirêjî û êrişên çawişên pispor ên li Wan û Şirnexê, baş nîşan didin bê ka hêzên ewlekariyê li Kurdistanê pozîsyoneke çawa girtine. Pergala me ya hevserokatiyê û modela nûnertiya wekhev ku me li dijî mêrên serdest û siyaseta wan ava kirine, hedef hatin girtin. Li dijî polîtîkayên dijminatiya jinan dikin û tifaqên di çarçoveya vê de, jinan li qad û kolanan bi felsefeya jin, jiyan, azadî ev pêvajo birêxistin kirin û birêve birin.

 ‘Em ê siyaseta aştiyê berdewam bikin’

Pirsgirêka sereke ya welat pirsgirêka Kurd e û di mijara çareserkirina vê pirsgirêkê de desthilatdariyê serî li polîtîkayên şer da. Ji ber vê yekê her devera welat veguherand qada tundiyê. Li dijî vê desthilatdariyê, di serî de gelê Kurd, jin, ciwan, kedkar û teqawidan ji bo welatekî demokratîk û civaka exlaqî û polîtîk helwest nîşan dan. Di 8’ê Adarê de, di Newrozê, 31’ê Adarê û 1’ê Gulanê de bi milyonan kes ji bo ked, azadî, wekhevî û demokrasiyê bûn yek deng û pêşeroja xwe parastin. Weke Meclisa Jinan a DBP’ê em avakirina pergala ekolojîk, demokratîk û azadîxwaziya jinan weke berpirsyariyek dibînin. Li dijî êrişên li dijî destkeftiyên jinan û têkoşîna birêxistinkirî, em ê bi dirûşma jin, jiyan, azadî li her qadê bin û piştevaniya jinan mezintir bikin. Ji bo tecrîd bi dawî bibe, pirsgirêka Kurd bi riyên demokratîk were çareserkirin û azadiya fizîkî ya birêz Ocalan ku muxatabê esasî yê çareseriyê ye, em ê siyaseta xwe ya jiyan û aştiyê bidomînin.”