Meclisa Jin ya Malbatên Şehîdan 3’yemîn konferansa xwe li dar xist

Bi dirûşma “Bi rihê şehîdên azadiyê, demokrasî û aştiyê mayînde bikin û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo mîsoger bikin” Meclisa Jin ya Malbatên Şehîdan ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Konferansa xwe ya 3’yemîn li dar xist.

Qamişlio – Meclisa Jin ya Malbatên Şehîdan ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Konferansa xwe ya 3’yemîn bi dirûşma “Bi rihê şehîdên azadiyê, demokrasî û aştiyê mayînde bikin û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo mîsoger bikin” li dar xist. Navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran a bajarokê Rimêlanê yê kantona Cizîrê bi beşdariya nêzî 400 delegeyên ji herêmên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat lidarxistin.

Konferansê bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan Sureya Hemû, bi navê Kongra Star Gulistan Gulo û bi navê YPJ’ê fermandar Kurdistan Koçer axivîn. Di axaftinan de îşaret bi rola pêşeng a jinan a di domandina rêya şehîdan, belavkirina nirxên azadî û wekheviyê de hat kirin. Her wiha behsa keda şehîdan di parastina herêmê û têkbirina terorê de hat kirin.

Endama Kongra Star Elîf Hemo jî rewşa siyasî ya li Sûriyeyê û guhertinên li herêma Rojhilata Navîn şîrove kirin.

Di konferansê de rewşa jinan û xebatên du salan ên Meclisa Jin ya Malbatên Şehîdan hat nirxandin.

Piştî nîqaşan rêveberiya Meclisa Jin ya Malbatên Şehîdan hat hilbijartin.

Konferans bi dîlanan bi dawî bû.