Meclîsa Jin a PYD ji bo 25’ê Mijdarê panêlek lidar xist
Têkildarî rêzeçalakiyên 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li ser jin Meclisa Jin a PYD'ê panêlek der barê têkoşîna jinan li dijî tundiyê li darxist.

Qamişlo – Bi boneya 25’ê Mijdarê ya Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jin, Meclisa Jin a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) bi dirûşmeya “Têkoşîn li dijî hemû cureyên tundiyê; Jin, Jiyan, Azadî” panêlek li ser lidarxist. Panêlê li navenda giştî a PYD’ê ya li bajarê Qamişlo - Bakur û Rojhilatê Sûriye bi beşdarbûna jinan ji sazî û dezgehên jin, jinên serbixwe, partiyên siyasî, nûnerên Rêveberiya Xweser, nûnerên PYD, Tevgera Civaka Demokratîk Tev-Dem hate çêkirin. Panêl bi deqeyek rêzgirtin ji bo pakrewanên azadiyê despêkir. Paşê Endama Meclisa Jin a PYD Zehra Semo axaftina vekirinê kir.
Zehra Semo ya jinên bûne pêşengên têkoşîna azadiya jinan bibîr anî, bal kişand li ser berxwedana jinan a li dijî tundiyê û wiha got: “Em weke jin di vê civakê de xwedî roleke girîng in di avakirinên heyî de ji bo wê tu kes nikare rê li ber doza mafê azadiya jin bigre û tundiyê li ser wê bide meşandin. Bi hezaran salan dewletên hegomon xwestin nasnameya jin bifetisînin, lê jinan bi têkoşîna xwe hişmendiya baviksalarî parçe kir û ber bi azadiyê ve rêka xwe dewam kir. Em dibêjin jineke li ku derê hebe em ê ji bo wê têbikoşîn heya em wê azad bikin.”
‘Jin li dijî planên mêr-dewletê sekinî’
Endama Meclisa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk Erîfa Bekir mijara panêlê ji beşdaravan re şîrove kir û ev yek anî ziman: “Cihê ku jin lê tundî jiyan dikir bi sedema sîstemên baviksalarî hemû rasteqînên dîrokî ne û di hemû zanyariyan de hatiye isbatkirin ku herî zêde jin rastî vê tundiyê hatine. Hemû cihên biryarê xizmeta mêran dikir û tu maf ji jinan re ne dihat dayin. Her çiqas ev tundî di astên herî jor de bû jî, lê hin jin hebûn ku rihê têkoşînê bi wan re vejîn dibû. Xwestin jinan mecbûrî koletiyê bikin, lê jin bi hezkirina xwe ya ji azadiyê re her li pêşberî hemû pilana disekinî. Îro careke din 25’ê Mijdarê di dîrokê de dubara dibe îro di herêmên me de jin li beramberî hemû êrîş û kiryarên dagirkeriyê têkoşîna xwe nû, bi vî rihî em domdarên xeta têkoşînvanên 25’ê Mijdarê ne.”
‘Bi hêza jinan serkeftin mayînde ye’
Endama Meclisa Jin a Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD Rozerîn Bekir nêrîna xwe anî ziman û wiha got: “Di şexsê jinên têkoşînvanên 25 ‘ê Mijdarê de em hemû jin, hêz û nasnameya xwe ya pêşengiyê qezenc dikin. Di şeran de herî zêde jin dibin qurbaniya tundiyê, lê di Bakur û Rojhilatê Sûriye me ev tundî parçe kir. Mijrara niha herî zêde me dêşîne jinên me yên di herêmên dagirkirî de rastî tundiyê tên, me soz daye wan jinan jî em têkoşîna xwe wan jî rizgar bikin û her qadekê ji bo wan veguherînin cihê berxwedanê. Ya girîng em bi hêza xwe bawer bin ji ber bawerî xwegihandina serkeftinê ye.”
Panêl bi nîqaşên jinan bi dawî bû.