Meclisa Jin a PYD’ê: Emê şopdarê jinên têkoşer bin

Meclisa Jin a PYD’ê bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Cîhanî ya Tekoşîna li Dijî Tundiya li ser Jinê li bajarê Qamişlo daxuyanî da û soza şopandina rêya jinên têkoşer û avakirian civakeke azad da.

 
Qamişlo - Meclisa Jin a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Cîhanî ya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinê bi dirûşma "Têbikoşe, tundî û dagirkeriyê têk bibe" li bajarê Qamişlo daxuyanî da.
Daxuyaniya ku ji aliyê Endama Meclisa Jin a PYD’ê Dîdem Elî ve hate xwendin wiha bû: “Her serdemek mezinahiya wê heye û mezinahiya herî mezin di serdema dayika xwedawenda karakterek pîroz de ye ku jiyan di her tiştî de diherike û tê de zilm, koletî û şikestin tune ye. Dîrokê ev yek bi destanan û lehengiyên herî xweş bi gotinên ku di kûrahiya dîrokî ya mirovahiyê de dikole nivîsand, lê belê di siya serweriya rêjîma baviksalarî ya bi zihniyeta desthilatdar a çewisandina jiyana demokratîk di navbera tevahiya beşên civakê temsîl dike. Serdema dayikbûnê veguherî serdema koletî û zihniyetên baviksalariyê. Îro bi lezbûna hêzên desthilatdar di serdemekê de ku hêza çekan serdest bûye, tu cih ji ewlehî û aştiyê re nema ji bilî cihê ku têkoşîn û berxwedan. Ji bo vegerîna rengê jiyanê ji xwezaya wê ya dayikê, tevî hemû cûreyên şer û xerabiyê ji hêla pergalên desthilatdar ên ku cîhanê kontrol dike û di serî de dewleta tirk a dagirker, li cihê ku gelên li ser xaka Mezopotamyayê dijîn cûreyên herî hovane pêk anî.”
“Rewşên tundiya li ser jinê zêde bûye”
Dîdem di daxuyaniyê de bal kişand li ser rewşa jinan  bi sedema şerê taybet ji hêla dewleta tirk ve û wiha domand: “Jina têkoşer da ku dengê xwe û dengê hemû jinan bighîne ewlekariyê kedeke mezin daye. Jina têkoşer ji ber dagirkeriya Tirkiyeyê gelek êş û îşkence dikişîne, her wiha ji xaka xwe bi dara zorê tê koçber kirin û ji rastî kuştin û qetîlkirinê tên. Di roja îro de tundiya li dijî jinê û xwekuştin her ku diçe zêdetir dibe. Carnin bi navê namûsê û carinan jî bi navê orf û adetê jin tê qetîlkirin, ev yek jî hemû di encama siyaseta şerê taybet ji aliyê dewleta tirk ve ye. Jin bi xwe tê wateya civaka azad, ji ber vê yekê desthilatdar bi rêka tevahî tundiyan dixwaze vîn û têkoşîna jinê ji holê rabike." 
 “Em soza şopandina rêya jinên têkoşer didin”
Dîdem di daxuyaniyê de da zanîn ku dê li gund, bajarok û navçeyan çalakiyan li dar bixin û wiha bi dawî kir: “Di roja cîhanê ya li dijî tundiya li ser jinê de weke jinên têkoşer berpirsyariya me di xelas kirina tevahiya jinan ji koletiyê û ji tundiya der heqê wê bi têkoşîn û îsrarê ye. Em jî weke Meclîsa Jin di PYD'ê de semînerên taybet di derbarê vê rojê de li gund, bajarok û navçeyan bidin jinan. Her wiha li ser cureyên tundiyê li ser jinê, zagonên jin û zewaca bi temen biçûk ji jinan re were şirovekirin. Herî dawî jî em Weke Meclîsa Jin di PYD'ê de em soz didin ku em ê rêka şehîdan bişopînin û armanca wan a civaka azad avabikin. Em ê bibin yek dest da ku teror, tundî û koletiyê bi dawî bikin."
Daxuyanî bi dirûşma "Bijî jina têkoşer ya azad" bi dawî bû.