Meclîsa Jin a Malbatên Şehîdan êrîşên dewleta tirk şermezar kir
Meclîsa Jin a Malbatên Şehîdan a herêma Firatê li dijî êrîşên dewleta tirk ên li ser qadên parastina Medya daxuyanî da.
Kobanê - Dewleta tirk ji 23'yê Nîsanê ve li dijî qadên parastina medyayê operasyon da destpêkirin. Ji lewra li qadên Zap, Metîna û Avaşînê şerên giran di navbera hêzên Gêrîla û leşkerên dewleta tirk de rû didin. Li dijî van êrîşan Meclîsa Jin a Malbatên Şehîdan a herêma Firatê li pêşiya navenda xwe ya li Kantona Kobanê daxuyanî dan çapemeniyê.
"Dewleta tirk gazên kîmyasal bi kar tîne"
Daxuyaniya ku ji aliyê Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Ronahî Hacî ve hate xwendin wiha bû: "Em weke Meclîsa Jin a Malbatên Şehîdan a herêma Firatê, êrîşên li ser Zap, Metîna û Avaşînê şermezar dikin. Ev ne cara yekemîne û ne ya dawiyê ye ku êrîşên bi vî rengekî tên kirin. Ji ber ku Erdogan ji aliyê siyasî û civakî ve binketiye û bi taybet pejirandina serokê Emerîka ji komkujiya Eremeniyan re, dewleta tirk careke din ket tevgerê û hêzên xwe yên leşkerî û bi teknîka herî pêşketî li hember gêrîlayên li çiyan bi kar tîne. Baweriya me heye ku ev çek yên NATO yê ne û li ber çavên tevahî cîhanê dewleta Tirk çekên kîmyawî bi kar tîne. Armanca Erdogan tûnekirina gêrîlayan û qirkirina gelê Kurd e.
"Êrîş berdewamiya komployê ye"
Ronahî di dewama daxuyaniyê de destnîşan kir ku ev êrîş berdewamiya komploya navneteweyî ye û wiha domand: "Tevî çalakiyên girtiyên di zîndanan de û yên gelê Kurd tecrîda li ser Rêber Apo didome. Ev tecrîd, êrîşên li ser Gêrîla û êrîşên Rêjîma Baas`ê yên li Qamişlo tên wateya domandina komployê. Em weke jin biryara serkefitnê û azadiyê girtiye. Em ne Kurdên berê ne, gelek destkeftiyên me hene û em van serkeftinan jî serbilindin. Ji ber vê em ê biparêzin. Li aliyekî din em dibînin ku Erdogan dest bi darizandina siyasetmedarên ku bi doza piştgiriya bi Kobanê re dikin binçav kiriye. Erdogan dixwaze bi van kiryaran Gelê Kurd tune bike û nasnameya wan qir bike."
Ronahî Hacî di dawiya daxuyaniyê de diyar kir ku ewê parastina çand, nasname û hebûna xwe bikin û wiha dawî li daxuyaniyê anî: "Weke jin me heta vê rojê jî em li ber dergûşên zarokên xwe bûn û me zimanê xwe parast. Lewra em heta dawiyê jî parastina nasname, çand û hebûna xwe bikin. Banga me ji gelê Kurd re û bi taybet gelê me yê li Bakur û Başûrê Kurdistanê re heye ku çalakiyên xwe yên layîqî berxwedaniya Gêrîlan li dar xin."
Daxuyanî bi dirûşma "Bijî berxwedana Gêrîla" bi dawî bû.