Meclîsa Gel a Mexmûrê: Bi berxwedanê hewldanên dorpêçê şikiya

Meclîsa Gel a Demokratîk ya Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî derbarê hewldanên artêşa Iraqê ya dorpêçkirina Mexmurê de daxuyanî da û got, “Bi berxwedana gel artêşa Iraqê ji derdora wargehê vekişiyan.”

Mexmûr - Artêşa Iraqê ji 20’ê Gulanê ve hewl dide derdora wargeha penaberan a Şehît Rûstem Cûdî  (Mexmûr) bi têl û kuleyan dorpêç bike. Ji roja destpêkê heya niha ango 16 roj in, penaberên Mexmûrê li hemberî vê hewldanê rawestiyane û 16 roj in bi şev û roj li dijî dorpêçê di nava berxwedanê de ne.

Ji aliyê komîteya dîplomasî û Meclîsa Gel a Mexmûrê ve gelek hevdîtin bi rayedarên Iraqê re pêk hatin. Di encama van hevdîtinan de li hevkirinekî çêbû û leşkerên Iraqê ji derdora wargehê vekişiyan û gelê Mexmûrê jî dawî li çalakiya xwe ya konvedanê anîn. Têkildarî vê mijarê ji aliyê Meclîsa Gel a Demokratîk ya Wargeha Mexmûrê ve daxuyaniyek hat dayîn. Daxuyanî li Saziya Malbatên Şehîdan ji aliyê Hevserokê Meclîsa Gel Yusif Kara ve hat dayîn.

‘Dewleta Tirk û PDK’ê xwest hikumeta Iraqê bike şirîkê xwe’

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin bal li berxwedana gel hat kişandin û wiha hat gotin:  “Ev 16 roj in gelê wargeha Şehîd Rustem Cudî ji ber dorpêçên ku ji aliyê hikumeta Iraqê ve dixwastin derdora wargehê bigrin, sîm, kule dênin yan jî xandekan bikolin û derdora wargehê bi vî rengî îzole bikin. Ev hewldan dû sal in di rojeva hikumeta Iraqê de bû. Bi zextên dewleta Tirk û hinek hêzên herêmî yên wek mala Barzanî dixwastin wargehê bixin dorpêçê. Bi vê yeke xwestin hikumeta Iraqê jî bikin şirîkê xwe, heta radeyekê hikumeta Iraqê jî beramberî van zextan bê helwest ma. Mirov dikare bêje hinek beşdarî vê konseptê jî bû. Gelek caran me li gel wan hevdîtin çêkirin, bi berpirsyarên wan re hevdîtin pêkanîn. Me daxwaz û bendewariyên xwe wek wargeh anî ziman. Me ji wan re got, heta niha wek wargeh derbarê Iraqê de tu helwestek me yê nerênî derneketiye pêş, ji ber zextên ku îro dewleta Tirk û bi hevkariya mala Barzanî li ser we tê pêkanîn em dixwazin hun dest ji vê karê xwe berdin, dora me dorpêç nekin.”

‘Berxwedana xelkê Mexmûrê hişt ku hikûmet gav paş de bavêje’

Helwesta xelkê wargeha Mexmûr wisa kir ku hikûmeta Iraqê gav paş de bavêje ango fam bike ku bi vê rêbazê nikare îradeya vê civakê bişkîne yan jî bibe amura pêkanîna bernameya dewleta faşist a Tirk û mala Barzan. Mirov dikare bêje di van rewşên dawî de hinek gihan qenatek bi vî rengî. Tu helwestek a me bermeberî hikumeta Iraqê nîne ku em bêjin em ê nexweşiyekê çêbikin. Lê bele îsrarkirina vê yeke wisa kir ku hinek alozî derbikevin. Herî dawî li Bexda hevtîtinên me bi şandeyên koç û koberan re çêbû mirova dikare bêje di navbera me û wan de danûstadin çêbû. Lê ev danûstandin û li hevkirin wê di demen pêş de di piratîkê de derbikeve holê. Di van hevdîtinan de wan gavek avêt me jî çalakiyê xwe yên parastinê ên demokratîk heta astekê da rawestandin.

Em vê carek din dibêjin çi hêz be bila bibe ger bixwaze îradeya vê civakê ji tuneve bê wê çawa ku heta niha berxwedaniya xwe meşandine û li beramberî rawestaye wê cardin bi heman awayî li beramberî vê yekê raweste. Hêviya me ew e bi diyalog em pirsgirêkan çareser bikin, daxwaza me ew e. Bi vê berxwedaniyê ew jî têgihiştin ku wê nikarin ji derveyî diyalogê pirsgirêkan çareser bikin. Em sipasiya hemû gelê Kurd û partiyên siyasî ên ku piştgiî dane berxwedaniya gelê Mexmûrê dikin.”