Meclisa Gel a Efrînê li dijî tecrîdê meşiya

Meclîsa kantona Efrînê ji bo şermezarkirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin meşiyan.

Şehba - Bi armanca şermezarkirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meclîsa kantona Efrînê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dirûşma "Bi rihê 15'ê Tebaxê em ê Rêber Apo azad bikin" meşek li dar xist. Di meşê de bi sedan şêniyên herêma Efrînê amade bûn, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankertên bi nivîsên "Tecrîda li ser Rêber Apo tecrîda li ser nirxên mirovahiyêye","Geşkirina şoreşeê misogeriya azadiya Rêber Apo ye" û "Kes nikare roja me tarî bike" hildan. Meşê ji çarxerêya wargeha Serdem ta parka Rêber Apo ya li gundê Til Sûsin a navçeya Ehdasa Şehbayê dewamkir. 
“Emê bi berxwedanê tecrîdê bişkênin”
Piştî deqeyek rêzgirtinê Hevseroka meclîsa kantona Efrînê Zelox Bekir despêkê silav li çalakvanê grava birçibûnê yên ji bo şikandina tecrîdê di nav liv û tevgerê de ne kir û wiha vegot: "Em çalakvanên berxwedaniyê yên ji bo şikandina tecrîda girankî ketine girava birçibûnê yê bê dem û dorveger silav dikin. Em tecrîdê bi tundî şermezar dikin. Heya vê kêliyê qedexeye parêzer derbasî gel miwekîlê xwe bibin, ruxmî her dem serdan li datgehan dikin jî nikarin serdana Rêberê me bikin. Bêdengiya cîhanê li hemberî tecrîda li ser Rêber Apo tê wateya hevkarî bi dewleta tirk re ne. Bi çalakî û berxwedana me planên dagirkeran û girankirina tecrîdê vala derdikeve."
"Dewleta Tirk nikare me Rêber Apo qut bike"
Hacer Miho ya tevlî meşê bûyî jî da zanîn ku ewê bi berxwedanê tecrîdê bidin şikandin û ev tişt got: "Em ji bo azadiya Rêber Apo dimeşin û li qadan in. Em milîtanên Rêber Apo ne, em tu carî bindestî û binketinê qebûl nakin. Em ê her di nav liv û tevgerê de bin ta ku azadiya Rêber Apo bi dest dixin. Ruxmî koçberbûna me û êşa ku em dibînin jî dîsa dewleta tirk nikare me ji Rêber Apo qut bike û fikirê wî di nav civakê de tune bike."