Gelê Mexmûrê: Em îradeya xwe teslîm nakin
Meclîsa Gel a Demokratîk a Mexmûrê piştî hevdîtina bi rayedarên Iraqî re daxuyaniyek da û got: “Em îradeya xwe teslîm nakin û em ê li ber xwe bidin.”
Mexmûr- Artêşa Iraqê bi dehan wesayîdên zirxî, çek, polîs, hêzên taybet û têlên ji bo dorpêçê, danê sibehê di saet 4:00’an ve hewl dide, derdora wargehê bi têlan dorpêç bike gelê wargehê bi pêhesanê herikîn seyterê pêşiya wan, artêşa Îraqê dan sekinandin û kon vedan.
Li ser vê yekê şandeyeke xelkê Mexmûrê bi rayedarên Iraqî re hevdîtin kir. Piştî hevdîtinê li ser navê Meclîsa Gel a Demokratîk a Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) Fîlîz Bûdak derket pêşberî gel û axivî.
‘Hikumeta Iraqê ti pirsgirêkên me çareser nake’
Filîz Budak bal kişand li ser hewildanên artêşa Îraqê û wiha got: “Artêşa Iraqê bi leşker û polîsan xwe ve xwest derdorê dorpêç bike, vîn û îradeya me ji nedîtî ve dibîne. Em gelê Mexmûrê nêzî 30 sal in me îradeya xwe radestî kesê nekiriye, em nakin. Hikumeta Iraqê ti pirsgirêkên me çareser nake, ewlehiya me naparêze û niha dixwazin li dora wargehê kuleyan deynin. Her weke ku ti êrîşên esmanî ser wargehê nîne, bê pirsgirêk e, pêwîstiyên jiyanî nîne, tenê pirsgirêka ew e ku kuleyan deynin dora wargehê. Ev saetek em bi hev re dişêwirin, diyar dikin ku bi israr wê kuleyan daynin. Ew îdîa dikin ku gel vê dixwazin. Me jî ji wan re got; gel xwedî îrade ye û li vir e. Ev gel qebûl nake, 30 sal in têkoşîn dike. Tevî hemû nîqaş û gotûbêjê israr dikin ku kuleyan danin. Em jî weke civak gav bi şûn ve navêjin. Em îradeya xwe teslîmî wan pêşmergeyên ku werin li van kuleyan bisekinin, nakin. Gel li vir e, biryar a gel e. Tişta ji bo me bimîne berxwedan e. Pêwîst bike em ê bi şev û roj li vir rûnin. Em îradeya xwe teslîm nakin. Me îradeya xwe teslîmî dewleta Tirk nekiriye, teslîmî Iraqê jî nakin. Berxwedan jiyan e, yên ser bikevin em in. Rojava, Şengal bi ser ket wê Mexmûr jî bi ser bikeve.
Piştî daxuyaniyê dirûşmên ‘Bijî Berxwedana Mexmûrê’ hatin berzkirin.
Çalakiya gel li bin konan dewam dike.