Meclîsa Îştarê ya Mexmûrê starta 8’ê Adarê da

Meclisa Îştar ya wargeha penaberan a Şehît Rûstem Cûdî (Mexmûr) bi daxuyaniyekê strata 8’ê Adarê da.

Mexmûr – Meclîsa Îştar ya waregah penaberan a Şehît Rûstem Cûdî (Mexmûr) bi dirûşemeya ‘Bi qêrîna Jin Jiyan Azadî dihûnin tevna jiyanê’ bi beşdarbûna xebatkarên jin ên Wargeha Mexmûrê li ber deriye Meclîsa Îştarê bi daxuyaniyekê starta 8’ê Adarê da.

Piştî yek deqe rêzgirtina li ser giyana pakrewanên ku ji bo azadiyê têkoşiyane û jiyana xwe ji dest dane ji aliye endama Koordînasyoa Meclîsa Îştar Gurbet Îşlek ve daxuyanî hat xwendin.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Rêber Apo bi nirxandina di nav yekîtiya civakî a dîrokî de bi dîtina cihê girîng ê jinê ya di nav vê rastiyê de, di raman de azadiyeke mezin û kûrbûnek aniye. Her ku civaka dîrokî ya bi navenda jinê têgihiştiye, di raman de geşedaneke mezin çêbûye. Ramanên azad yên ku hatin afirandin gihaye asta herî bilind. Hem bi dîtina rista çêker a jinê ya di nav jiyana civakî de, hem jî bi dîtina dema ku zext û mêtingerî li ser jinê hatiye dîtin di şexsê jinê de mirovahî çi winda kiriye, gihaye vê astê. Ji ber ku ger pirsên civakî û siyasî bûbûna girêka kor, di vê de rista pergalên mêrê serwer yên li ser jinê diyarker in. Ji vî alî ve Rêber Apo bi îdeolojiya azadiya jinê şûr li vê girêka kor daye û rê li ber çareseriya hemû pirgirêkên civakî vekiriye. Ji ber vê afirandina îdeolojiya azadya jinê , Xeta azadiya jinê kiriye xwedî çarçoveyek teorîk a li ser rastiya dîrokî û civakî.”

‘Azadiya jinê taminata netewek birêxistin kiriye’

Di berdewamiya daxuyaniyê de bal li ser rêxistinkirina jinê hat kişandin û wiha dom kir: “Hêzên azadiya jinê bi avaniyên xwe yên rêxistinî dema ku pêşengiya têkoşîna civakî bikin, ev wê têkoşîna azadiyê û demokrasiyê geş bike. Wê dawiyê li hemû pergalên mêr a serwer û modernîteya kapîtalîst bîne. Divê em bizanibin, azadîya jinê, di dîroka mirovahîyê de her bûye mifteyek ku derîyê azadîyan vekirî ye. Beriya herkesî divê em jin ji vê yekê agahdar bin. Jin, helqeya ewil ya hemû nirx, kevneşopî, ziman û çanda netewî ye. Jin pirek  di navbera duhî, îro û pêşerojê deye. Azadîya jinê di azadîya hemû beşên civakê yên etnîkî, cinsî, olî, mezhebî û civakî de ye. Em di vê hişmendiyê de ne ku jina birêxistin, temînata civaka wekhev û azad e û temînata neteweke birêxistinkirî ye.”

‘8’ê Adarê ji bo jinan roja têkoşîn û berxwedanê ye’

Di dawiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Dîroka 8 Adar’ê, roja cîhanî ya tevahî jinên kedkar ên cihanê, pir bi êş e. Di heman deme de ji bo tevahî jinan roja têkoşîn û berxwedanê ye. Roja jinên kedkar, li dijî kapîtalîzma ku sedsala 18’mîn de derketiye, di nava sedsalekê de li tevahî cîhanê belav bûye û bê eman her der dagir kiriye, wek bertekekê derketiye holê. Em weke Meclîsa Îştar ya wergeha Mexmurê ji niha de bi van hestan roja jinên kedkar yên cîhanê li hemû jinên Kurdistanê û li jinên cîhanê pîroz dikin.”

Bernameya meclîsa Îştar ya ji bo 8’ê Adarê wiha ye:

1’ê Adarê wê ji aliyên jinên ciwan ve belavok werin berlav kirin.

3’ê Adarê wê seminer were dayîn.

4’ê Adarê wê jinê ciwan daxuyanî bidin.

5’ê Adarê wê ji bo xwendevanên dibîstana Amadeyî seminer were dayîn.

6’ê Adarê wê ji aliye saziya weqfa jinê ve pêşangehek were vekirin.

7’ê Adarê wê ji bo vexwendina meşa 8’ê Adarê qert werin belav kirin.

 8’ê Adarê wê meşek girseyî were li darxistin.