Meclîsa Îştar ya Mexmûrê piştgirî da pêngava KJK’ê

Li Wargeha Penaberan ya Mexmûrê, Meclîsa Îştar bi daxuyaniyekê piştgiriya xwe ji pêngava KJK’ê bi dirûşmeya ‘Li hemberî êrişên mêran yên hegoman, em bi jinên Efgan û Şengalî re ne’ re ragihand.

Mexmûr- Koordînasyona KJK’ê di 9’ê Tîrmehê de bi boneya salvegera Komkujiya Şengalê ya 3’ê Tebaxê û desteserkirina desthilatdariya Afganistanê ya 15’ê Tebaxê ji aliyê Talîbanê ve diyar kirin ku wê di 3-15’ê Tebaxê de bi dirûşmeya ‘Li dijî êrîşên mêr ên hegemon em bi jinên Afgan û Şengalê re ne’ kampanyayekê dan destpê kirin. Koordînasyona KJK’ê da diyar kirin ku ev kampanya ji bo ku qirkirina jinan di asta navnetewî de weke sûcê li dijî mirovatiyê were naskirin hatiye destpê kirin.

Meclîsa Îştar ya wargeha penaberan a Mexmûrê bi daxuyaniyekê starta çalakiyên xwe yên di çarçoveya kampanyaya ku Koordînasyona KJK’ê dabû destpê kirin da. Beriya ku daxuyanî were xwendin ji bo tevayî giyanê şehîdan deqeyek rêz hate girtin. Piştî rêzgirtinê daxuyanî ji aliyê Endama Koordînasyona Meclîsa Îştar ya Mexmûrê Xantur Kara ve hat xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

Di destpêka daxuyaniyê wiha hat gotin: “Weke jinên berxwedêr ên Mexmûrê em tevlîbûna xwe ji bo pêngava KJK’ê ya bi dirûşmeya ‘Li dijî êrîşên mêr ên hegemon em bi jinên Afgan û Şengalê re ne’ ji raya giştî re radigihînin. Êrişên li ser jinên Şengal, Afganîstan û her jinekî tê qetil kirin li ser tevayî jinan û jiyanê ye. Her wiha her êrişekî mêrên hegemon bi pergalî û bi zanabûne. Bi êrişa ser beden, çand û nasnameya jinê ya winda dike, ya tevayî mirovahiye. Em jin ji bo jiyan û mirovahiyê rizgar bikin, ji bo li ser ruyê cîhanê pergalekî demokratîk, azad û ekolojîk ava bikin em xwe berpirsyar dibînin. Ji bo jiyanekî azad a bi hevre pêwîste destpêkê jin xwe ji êrişên bi pergalî yên ji mêrantiya hegemon rizgar bikin. Heta ku jin azad nebe civak azad nabe, bivê zanabûnê divê em xwe rêxistin bikin, yekitiya xwe ya jinan xurttir bikin û bi hêza yekbûyî têkoşîna xwe bilindtir bikin.”

Di berdewamiyê daxuyaniyê de hat diyar kirin ku divê beriya hertiştî yekitiya jinan were ava kirin û wiha hat gotin:

“Zêdebûna êrişan ji bo me tenê dikare bibe sedema bilindkirina yekitî û têkoşînê. Em ne jinên berê ne, me weke jinên Kurd xwe bi fikir û felsefeya Rêber Apo ji nuve nûjen kiriye. Ji bo wê jî em amedene bi paradîgmaya Rêber APO jinên cîhanê jî bi xwere nûjen û rêxistin bikin. Dema em yekitiya xwe ya jinên cîhanê bidin ava kirin wê tu êrişên mêrê serdest û ferasetên dewletdar nikare li pêşiya sedsala azadiya jin bibe asteng. Pêngava KJK’ê ya dibin dirûşmeya ‘Li dijî êrîşên mêr ên hegemon em bi jinên Afgan û Şengalê re ne’ gaveke girînga vê armanca meye. Lewma weke jinên wargeha penaberan a Mexmûrê emê jî bi tevahî hêza xwe beşdarbûn û xwedî li erkên pêngavê derdikevin.”

Di dawiya daxuyaniyê de starta çalakiyên ku wê ji bo salvegera 9’emîn ya fermana 74’an bên pêkanîn hat ragihandin.

-Di salvegera komkujiya Şengalê ya bi hevkariya DAIŞ, PDK û Erdogan pêkhatî de bi armanca şermezarkirinê meşekî girseyî were li darxistin.

-Bi heman armancê di nava wargehê de afîş werin daleqandin.

-Di çarçoveya çalakiyan de wê ji gel re semîner werin dayîn.

-Li dijî her cure komkujî û tundutiya li ser jinê di tevayî semtan de semîner werin dayîn.

-Bi tevlîbuna hêjmarekî jin wê platforma azad bê li darxistin.

-Li ser navê jinên wargehê wê name ji bo jinên Şengalê û Afganîstanê re werin şandin.”

Daxuyanî bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok APO’, ‘Jin Jiyan Azadî’ û ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ bi dawî bû.