Meclîsa Îştar têkildarî êrişa ser HDP’a Îzmîrê hatî kirin daxuyanî da

Meclîsa Îştar a Mexmurê derbarê êrişa li dijî rêxistina HDP'ê ya Îzmîrê daxuyanî da û got: “Sedem û armanca êrişa îro ya li hemberê HDP’ê çav tirsandina gelê Kurd ê Bakurê Kurdistanê ye.”

Meclîsa Îştar a Mexmurê  derbarê êrişa li dijî rêxistina HDP'ê ya Îzmîrê daxuyanî da û got: “Sedem û armanca êrişa îro ya li hemberê HDP’ê çav tirsandina gelê Kurd ê Bakurê Kurdistanê ye.”

Mexmûr - Meclisa Îştar a Mexmurê êrîşa li ser rêxistina HDP'ê ya Îzmîrê û qetilkirina Denîz Poyraz bi daxuyaniyekê şermezar kir. Daxuyanî bi tevlîbûna şeniyên Mexmurê li saziya Malbatên Şehîdan ji aliyê Koordinasyona Meclîsa Îştarê Xurbet İşlek ve hat xwendin.

Xurbet İşlek êrişên dewleta Tirk a li avahiya HDP’ê şermezar kir û wiha dest bi gotinên xwe kir:”Em wek gelê wargeha Mexmûrê êrişa ku îro li dijî partiya HDP’ê hatî pêkanîn, hemû hezên dewletên dagirker yên destên wan di nav wî agirî de heyî şermezar dikin. Partiya gelan partiya mirovahiyê ku hemû bi reng û şewazên xwe ji bo gelê cihanê bê ku cûdahiyê bikeve nava gel, meshep û nîjadan partiyek wek ya HDP’ê ku binavê gelê Kurd û gelên dinê yên li herêmê dijî hatî avakirine. Êrişên dewleta Tirk ya îro li avahiya HDP’ê li hemberî vîn û hêza jina Kurd pêk anîn. Em dibêjîn ew êriş li ser tevahî gelê Kurd û di şexsê jina Kurd de, li ser tevahî mirovahiyê hatiye pêkanîn.”

“Armanca êrîşan çavtirsandina gelê Kurd e”

Xurbet di berdewama daxuyaniyê de wiha got: “Em ji êrişên bivî awayî ne xeribîn. Ji ber ku em wek gelê wargehê dewleta faşist a Tirkiye baş nas dikin. Êrişên heremên parastina medya yê, Mexmurê û li Rojava bi hev dû ve giredahiye ye. Dijmin ji vîn û berxwedaniya jina Kurd a li lutkeyên herî jor ditirse. Dewleta Tirk bi leşkerên xwe re dest davêje zarokên Kurd, jinên Kurd û xakên çar parçeyên Kurdistanê. Dagirkirina başurê Kurdistanê û birîna daran kiryarên dewleta Tirk e. Li kuderê gelê Kurd ji xwe re jiyan avadike dewleta Tirk êrişî wê dike. Êrîşa herî dawî ya li wargeha me jî minaka wê ye. Sedem û armanca êrişa îro ya li hemberî HDP’ê çav tirsandina gelê Bakurê Kurdistanê ye. Ji bo gelê Kurd ê berxwedêr piştgirî nedin girtiyên azadiyê û Rêbertiya me êrişên hovanê pêktinîn. Em hemû êrişên li ser partiya HDP’ê şermezar dikin. Partiya HDP’ê dibin sîwana hemû gelan de hatiye avakirin. Roj nine ku rewşenbir, rojnamevan, dîroknaz neyên girtin. Êrişên bivî avayî dijî hebûna gelê Kurd e. Em wek rêhevalên Denîz Poyrazan destpekê ser saxiyê ji malbata heja re di xwazîn. Em wek gelê wargehê û jinên wargehê vîn û berxwedana ku bi Denîzan hatî dest pê kirin emê bigihinîn lutkeyên herî dawî. Bimre dagirkerî, Şehîd Namirin.”

Daxuyanî bi duruşmeyên: “Şehîd Namirin”û “Bijî berxwedana gelê Kurd” bi dawî bû.