Meclîsa Îştar ji bo Azîme Arsun daxuyanî da

Meclîsa Îştar a Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî Mexmûrê bi daxuyaniyek girtina siyasetmedara Kurd Azîme Arsun şermezar kir.

Mexmûr - Meclisa Îştar a wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) têkildarî binçavkirina siyasetmedara Kurd Azîme Arsun a ji Bakurê Kurdistanê ku xwest di 2’ê Gulanê de ji bo dermankirinê ji Balafirgeha Hewlêrê biçe derveyî welat, ji aliyê hêzên PDK’ê ve hat binçavkirin, daxuyanî da.

Daxuyanî li Saziya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê hat dayîn. Piştî rêzgirtinê daxuyanî ji aliyê Endama Koordînasyona Meclîsa Îştarê Çîçek Cengîz ve hat dayîn.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

“Li Rojhilatê Kurdistanê ev salek zêdetire şoreşa ku dibin şiara ‘Jin Jiyan Azadî’ ya ku tê meşandin, çavkaniya xwe ji pêşengên weke Azîme Arsûn digre. Çavkaniya xwe ji xebatên meşandina Netewa Demokratîk ya ku li beramberî netew-dewletê mohreke dîrokî ya tê meşandin digre. Jinên Kurd yên ku îro li Rojavayê Kurdistanê, li Mexmûrê, li Şengalê di pêşengiya xebatên înşayê de di pêşengtiya rizgariya azadiya Kurdistanê de taybet jî li serê çiyayên Kurdistanê, li tunelên berxwedanê yên şer de yên ku êrişên dewleta Tirk dişkîne nahêle gavê pêş de bavêje rû bi rû îxaneta PDK’ê tê. Ji bo vê yekê jî wek gelê Kurd bi taybet jî qaşo partiyek bi navê Kurd ev rûreşiyek e. PDK ya ku xizmetê ji AKP û MHP’ê re dike, bi gotinekî din AKP-MHP encam PDK ya xizmetê ji dewleta Tirk re dike û dijminatiye qewmê xwe dike. Bi hemu awayî divê kiryarên wê li seranserî cîhanê bi taybet li Başûrê Kurdistanê, Rojava, Rojhilat û Bakurê Kurdistanê ev yek were şermezarkirin.”

Di daxuyaniyê de bal li ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat kişandin û wiha hat gotin: “Berxwedana ku li Îmralî tê meşandin, ji bo zîndanan, ji bo jinên Kurd û ji bo tevayî gelê azadîxwaz, gelê Kurdistanê çavkaniya îlhamê ye. Ji bo vê yekê jî dem hatiye weke jinên Kurd, weke tevayî herçar parçeyên Kurdistanê û ji dervey welat ji bo azadiya Îmralî, ji bo azadiya tevayî girtiyên siyasî têkoşînê bilind bikin. Dem hatiye ku azadiya wan were mîsoger kirin. Nifteya wê di Îmralî de ye, nifteya wê di dest Rêber Abdullah Ocalan deye.”

Daxuyanî bi dirûşmeyan bi dawî bû.