"Me li ser axa me dikujin"

Hevseroka Komeleya Mafê Mirovan a herêma Firatê Sara Qewas der barê 10’ê Kanûnê roja cîhanî ya mafên mirovan de axivî û wiha got: "Saziyên civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan, cînayet û kiryarên dewleta tirk ên li hemberî mirovahiyê, gelê herêmê û bi taybetî Bakur û Rojhilatê Suriyeyê-Rojava şermeke mezin e li ser mirovahiyê"

DILUCAN BOZÎ
Kobanê - 10’ê Kanûna sala 1948’an, Roja Mafê Mirovan a Cîhanî hat îlankirin. Lê belê di roja me ya îro de em li kiryarên netew-dewletan dinêrin, heman komkujiyên ku di şerê cîhanê yê duyemîn de li ser mirovahiyê dabûn meşandin, îro jî careke din bi destên heman dewletan li Rojhilata Navîn heman kiryar tên meşandin. Bi avabûna dewlet-neteweyan re şer, pevçûn, kuştin û talankirina jiyana mirovan her ku çû zêdetir bu. Hêzên serdest hem bi xwe dikujin û bi xwe jî ji kiryarên xwe re qilifek çêdikin û navên cuda lê dikin, her wiha wê rojê weke roja cîhanî jî didin pejirarndin. Ji ber sedema şerê cîhanê yê yekem û duyem gelek mirov hatine kuştin, koçberkirin û her wiha weke xulam û kole ji bo hêzên serdestre dane karkirin. Ji bo ku her kes bibe xwedî mafê jiyana bi ewle Hezîrana 1948'an piştî şerê cîhanê yê duyemîn ji bo danasîna mafê mirovan li asta cîhanê û rêzgirtina bend û rêzên wê, Komeleya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî belgeya cîhanî ya mafên mirovan pêşkêşî dewletan kiriye. Di 10’ê Kanûna heman salê de belgeya cîhanî ya mafên mirovan ji aliyê 48 dewletan ve tê pejirandin û 8 dewlet jî vê belgeyê napejirînin. 
Çend xalên girîng ji belgeya mafê mirovan
Belgeya mafê mirovan ji 30 bendên jiyanî pêk tê. Hinek ji wan bendan em dikarin wiha rêz bikin. Mirov hemû xwediyên mafên jiyana azad û bi ewle ne, mafê her ferdê heye ku azad bijî, her mirov xwedî wî mafî ye ku bi zimanê xwe bipeyîve û bixwîne. Nabe ku tu kes ji kesek din re xizmetê yan jî koletiyê bike û kes jî nikare emir li ser jiyana kesek din bike. Belgeya ku ji milê 48 dewlet-neteweyan ve hatiye pejirandin wiha mafên mirovan rêz dike. Dewletên ku qaşo mafê mirovan diparêzin îro li Bakur Rojhilatê Suriyeyê-Rojava komkujiyên herî mezin dikin. Zarokên bêguneh parçe parçe dikin û bi 10 hezaran mirovan ji ser axa wan koçber dikin. Têkildarî mijarê Hevseroka Komeleya Mafên Mirovan a herêma Firatê Sara Qewas ji ajansa me re axivî.
"Mafê Kurdan nayên parastin"
Sara di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku li herêmên Bakur Rojhilatê Sûriyeyê-Rojava rojana dewleta tirk kiryarên dijmirovî pêk tîne û tu kes mafên wan naparêze û wiha bi lêv kir: "Ji bo parastina mafên mirovan Neteweyên Yekbûyî roja cîhanî ya mafên mirovan hilbijart. Kiryarên ku li ser herêmên Bakur Rojhilatê Sûriyeyê-Rojava de tên kirin, destên dewletên navneteweyî jî tê de heye. Nêzî 9- 10 sal in şer li Sûriyeyê tê meşandin, bi hejmar mirov nikare bîne ser ziman ku çiqas kesan jiyana xwe ji dest da, çiqas kesan zarokên xwe winda kirin, her tişt li ber çavan tê kirin lê heya niha tu kes mafên wan neparast û naparêzin, ji ber ku hemû dewlet jî li gorî berjewendiyên xwe tevdigerin. Belkî di cîhanê de mafên hin kesan bên parastin lê yên me Kurdan nayên parastin. Me wek komeleya mafên mirovan hemû kiryarên dewleta tirk û çeteyên wê belge kirine û ji raya giştî re ragihandine. Erkên ku li ser milên me ne tenê em dikarin van sûcên dewleta tirk bikin belge û ji tevahî cîhanê re ragihînin û parve bikin. Mixabin bersiva van belgeyan jî heya niha nehatiye dayîn, tu kes xwe berpirsyar nabîne ku çi li van herêman diqewime ango li herêmên dagirkirî, rewşa jinan û zarokan di rewşeke nebaş de ye û mafên wan tên binpêkirin."
“Dewleta tirk mafê mirovan binpê dike”
Sara di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku dewleta tirk êdî sînor derbas kirine û li beramberî vê jî tu sînor an bersiv ji van kiryaran re nehatiye dayîn û wiha domand: "Dewleta tirk êdî zagonên navdewletî binpê kirine, ji milê destdirêjî, tacîz, tecawiz, revandin, talankirin û hwd ve. Di nava şer de jî zagon hene, li gorî hevpeymanan nabe tu kes mafên mirovan binpê bike lê dewleta tirk ew jî derbas kiriye. Li ber çavên dewletan û pêşiya tevahî cîhanê mafên gelê Kurd tên binpêkirin. Ne tenê mafên mirovan mafên xwazayê jî tên binpêkirin, dema ku çekên kêmyewî li ser axê bên bikaranîn, wê demê xwaza jî zirarê dibîne, di heman demê de lawir jî heman tişt. Lê kesên ku van kiryaran ango êrîşan bidin rawestandin tune ne, berovajî wê pê re dibin alîkar. Li ser xwîna van gelan jiyana xwe didomînin. Belkî li welatên derve mafên pêwîkan û kûçikan tên parastin lê hema em wek mirov, rojane li beramberî kiryarên dijî mirovan û bêexlaqî li ser me tê meşandin. Her wiha dewleta tirk qutkirina ava çemê Firatê wek çek li beramberî gelê herêmê bi kar tîne. Di hemû zagonan de heye ku nabe av li ser jiyana mirovan, nebat û lawiran bê qutkirin lê dewleta tirk vê yekê jî dike. Qutkirina ava Firatê bi xwe sûcê herî mezin e."
"Em ji hemû mafan bêpar in"
Sara bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: "Dema behsa mafên mirovan tê kirin, cihê Kurdan tê de tune ye. Hewldanên me hene ku em di nava vî şerî de, çi belge bin ango îsbatî hebin der barê şer de em li gel xwe dikin wek rapor lê ev hemû belge jî cihê xwe nagirin, ji ber ku mafan binpê dike ew bi xwe şer û pevçûnan li cîhanê derdixin. Dixwazin ekolojiya cîhanê ango dengeya xwezayê tevlihev bikin. Ev yek jî bandora xwe li ser tevahî gelan dike. Di şer de sê tişt zirarê dibînin mirov, xwaze û lawir. Di nava her demê de em li komîteyê li hev dicivin, li ser rewşa herêmê û kiryarên ku tên kirin, kom dibin. Ji bo roja cîhanî ya mafên mirovan, me dest bi perwerdeyê kiriye, tiştê ku ji me tê xwestin em van gefan û kiryaran bikin belge û parve bikin. Lê her çiqas em van kiryarên dewleta tirk û çeteyên wî bikin belge, wê bi encam bibe. Banga min ji dewletên navneteweyî re heye ku li gorî hevpeymanên xwe tevbigerin û êdî dengê jin, zarok û axê bibihîsin. Êdî bes e ji van kiryaran re bi taybetî ji yên dewleta tirk re."